Share |

Seîd Yûsiv û Doktoraya Rûmetê ji Navenda Çanda Almanî li Beyrûtê

Berî çend rojan navenda çanda Almanî a navdewletî li Beyrûtê, dîploma Doktoraya rûmet û rêzgirtinê dane hunermendê Kurd Seîd Yûsiv.

 

 Di diplomê de wiha nivîsandine: (Wek kesayetiyekî giring, em rêzgirtinê ji karê wî re digirin ku wî karîbû giyanê hezkirin, bexşandin û nirxê mirovahiyê di cîhana huner û çandê de belav bike..)

 

  Wek ku diyare hunermend Seîd Yûsiv  ne tenê dengbêj û awazjene, belê ew helbestvanî çelenge jî.. Piraniya stranên wî ji helbestên wî ne û dor 8 dîwanên wî hene, ji wan bi tenê dudo hatine çapkirin..  Ew di nav gel de bi navê (Mîrê Tembûrê) hatiye naskirin û bajarê Qamişlo bi navê stranek wî hatiye naskirin: (Qamişlo bajarê evînê)..

 

 

  Ji 50 salî ve û bi berdewamî ew û strana kurdî bi hev re dijîn û bi hev re hatine hunandin..  Mîrê tembûrê Seîd Yûsiv di sala 1947an de li Qamişlo hatiye dinyê, li Qamişlo mezinbûye, lê xwendiye û jê dest bi hunerê kiriye.. Niha jiyana xwe di navbera Qamişlo, Beyrûtê, Viyenayê de derbas dike..

Belê, bêguman ev xelat ji encamê ked û westandina hunermendê me ye, lê rola zimanê me û kultura me jî têde pir mezin e.. Dawî dibêjim: Bijî zimanê Kurdî, bijî Mîrê tembûra kurdî hunermend Seîd Yûsiv û sed carî ev xelat li bejin û bala te pîroz be.. pîroz be.

 

Konê Reş