Share |

Sefqan Orkêş: Hunermend Hêviyan di Jiyana de Diçînin

Hunermend Sefqan Orkêş bi deng û awazên xwe yên taybet, karîbû cihê xwe di nav hunera kurdî de bigre û dengê xwe bighîne her deverekê ku Kurd lê dijîn.

Sefqan û birayê xwe hunermend Şeyda ji salên 90'î ve, şewazek nû di sitrana kurdî de li Sûriya bêşkêş kirin, ku li ser koka reseniya sitrana kurdî hatibû ava kirin û bi dengê wan yê taybet û şêwaza mûzîka nûjen hatibû xemilandin .

Sefqan li Amûdê dijî û li wir karê ragîhandinê di radyo ARTA.FM dike, û bi ser zor û zehmetiyên jiyanê jî ew hîna hunera xwe berdewam dike.

Di dema dawî de albûma Sefqan ya nû bi navê ( Hêvî Jiyan e) hate belav kirin.

Albûmê ji 7 sitran pêk tê :

1- Hêvî jiyan e, 2- Çima na, 3- Li balî tu, 4-Pirs, 5-Jiyan, 6-Sed ji sedî, 7- Cana şêrîn

 Hêjaye gotinê ye ku sitrana bi navê Cana Şêrîn, helbesta helbestvan û karmendê Dengê Amerîka yê berê birêz Xelefê Zîbarî ye, ku di vê mehê de koçê dawî kir li Virginia.

 

 

Luqman Ehmed

Dengê Emerîka