Share |

Segwer (Reyîn) bi kurmancî ye

Romana Mihemed Mukrî “Segwer” (Reyîn) ku di destpêka salên 80yî de derketibû û deng dabû, niha jî bi kurmanciya Besam Mistefa di nav weşanên Avesta de derket.

(Mam) Celal Talebanî ji çapa 1998an re pêşgotinek nivîsandiye û wiha dibêje: “Min çîroknivîsê kurd ê mezin mamoste Mihemed Mukrî bi saya romana Segwer (Reyîn) baştir nas kir. Pir li xweşa min çû ku romana wî Segwer hate çapkirin û belavkirin. Lê hîn zû dengê acizî û nerazîbûnê di nav hinek kadro û pêşmergeyên YNKê da. Ev mafê her mirovekî ye, heke na kîjan dîktator ji medh, pesindan û şabaşan hez nake? Ku bi rastî ev cûrê reftarê yê çawîşên siyasî ye, ne yê nûser, ronakbîr, edîb û mirovên durist e. Ez qenciyeke dî jî di çapkirina Rewîn de dibînim, çimkî heyameke şoreşa me ya nû û pîroz bi bîr tîne û me teşwîq dike ji bo bikaranîna mafê pîroz ê azadiya bîr û nerînê û serbestiya raman û boçûnan.”

Şair Mueyed Teyib ku Mukrî ev roman îthafî wî kiriye di pêşgotina ku bo çapa kurmancî nivîsandiye de dibêje: Mihemed Mukrî yek ji pêşengên çîrok û romana kurdî ye. Zimanekî rehwan hebû. Xwedî rewşenbîriyeka fireh bû. Pir dixwend û pir dinivîsî. Xwedî helwest û mirovekî biwêr bû û li ser helwestên xwe pir diêşa lê heta roja dawiyê jî ji jiyana xwe her ma ew mirovê azad di gotin û nivîsîn û kiryarên xwe da.”

Segwer (Reyîn)

Mihemed Mukrî

Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa

ISBN: 978-605-9082-26-6

13x19.5, 64 rûpel, 10 TL

www.avestakitap.com

https://www.facebook.com/wesanenavesta

https://twitter.com/avestayayin

http://www.youtube.com/avesta1995