Share |

semînara (FERHENGSAZÎ DI ZIMANÊ KURDÎ DE) li Hewlêrê

nivîskar û lêkolîner û zimanzan  Xalid Cemîl Mihemed
nivîskar û lêkolîner û zimanzan Xalid Cemîl Mihemed

Li jêr çavdêriya Dezghe Sema Ya çandî û hunerî Semînarek derheq ferhengsazîkirina zimanê Kurdî, li Hewlêrê hate lidarxistin bi amadebûna hejmarek ji zanayên ziman, nivîskar û siyasetvan ji her çar parçên Kurdistanê.

 Ev simînar ji aliyê nivîskar û lêkolîner û zimanzan  Xalid Cemîl Mihemed hat pêşkêşkirin li êvariya roja Înê, 14`ê Hizêrana 2019`an, li ser babeta ferhengsazîkirin di zimanê Kurdî de, li hola konfiransa li Hotêla Capitol Hewlêr hate lidarxistin.

  Mamoste Xalid Cemîl Mihemed, di vê semînarê de, derheq çawaniya fehengsazîkirina zimanê Kurdî û şirovekirina peyvan, û pênasekirina pirsgirêka bi dîtinek rexneyî ev mijar girtedest.

 Simînar bi pirs û bersiv û şiroveyên bi wate bi dawî hat.