Share |

Semînarek Rexneyî li ser Romana Berxikê Kesk

 

Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hesekê, semînarek rexneyî li ser romana Berxikê Kesk ya nivîser Azad Ehmed Elî lidarxist,

piştî kêlîkek bêdeng li ser rewanê pakrewanên şoreşa Sûriyê û pakrewanên gelê kurd digel sirûda Ey Reqîb de, helbestvan Ibrahîm Ebdî bixêrhatina beşdaran kir û bi kurtî li ser jiyana nivîser peyvî, û anî ziman ku nivîser du roman bi zimanê kurdî weşandiye,  (Yên perîşan1991- Berxikê Kesk2008),dûvre xwendinek hunerî li ser romanê çend nivîseran pêşkêş kir:

-   Mehmûd Badilî ( Romana Berxikê kesk ya Dr. Azad Elî)

-  Omran Yûsiv (Romana Berxikê kesk.. peyaleke nîvcoye)

-  Salar Elo (Dûmahî ya romana Berxikê kesk)

- Xweşnav Silêman ( Leheng di romana Berxikê kesk de)

Gelek ji beşdaran jî li tevlî gengeşeyê bûn, pirs û rexneyên xwe li ser romanê dan xuyanê kirin, wek mamosta: Hekem Xelo, Bavê Serbest, endezyar Mustefa, Ibrahîm Xelîl, Hekîmê Revê, Gîvara Berekat, Sîpan, Selman Cewher û Wecîha Ebdirehman. pişt re D.Azad Elî spasiya hemû beşdaran kir li ser rexneyên wan, û anî ziman ku mebesta wî ji vê romanê gihişt û pêkhat û bersiva hin pirsan da.

Di dawîya semînarê de, M.Ibrahîm Ebdî spasiya partiya pêşverû ya dîmoqratî ya kurd li sûriyê kir li ser pêşwazîkirina wan ji semînarê re li hola Cegerxwîn û spasiya nivîserê romanê D.Azad Elî kir û hemû beşdarên amadebibûn.

Roja şemê 25/8/2012

 Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hesekê