Share |

Silav li te bin çiyayê rû spî Arjeno …Hesen Silêvanî

Hesen Silêvanî

 

Silav li te bin çiyayê rû spî Arjeno

Evîndar û şêrgeleyo

Îro jî: Jiyan çiyaye, hêvî çiyaye

Hoo hevalo, helbestvano

Eve peyên te ne dibiriqin mîna bişkurîna te

Ya çi caran ji ser û çavên te bar ne kirin:

Gelek caran min xwast ez herim çiyê!! Min dixwest ez herim, raste rast jiyana wan mirovan bi çavê serê xwe bibînim, bi wan re bijîm, nebû qismet.

Silav li te bin Arjeno,,

Silav li te bin xwedanê peyvên viyan û berxwedanê

Silav li te bin xwediyê sunda xwe:

Sundek min hebû, min gotibû, ezê ji vî welatî neçim

U tu neçûyî û te sunda xwe parast hevalo.. Arjeno

Û pora te ya qijavijî û simbêlên te yên boq, bi azadî axa Amedê maçîkirin

Ew Ameda tu bûyî yek ji sîmayên wê

Mîna şurihê, mîna deriyên wê.

Û heval û hogirên te

Zerî û evîndarên te

Li te xwedî deriketin hevalo.

Hevalo Arjeno

Were da careka dî van çar malikên te, liber bayê azadiyê û tembûra Îzedîn Temoyî, li baxçê nivîseran, bo stêrên sema xweş kirin, dîsan bibêjin:

Ezê li çiyayekî bikim navê yekê

Tu navê qîzekê bigihure bike beybûn

Pel pel hebûn, sor sor serxwebûn

Kulîlkan çil kezî biser kê de birîn??

Erê hevalo, serxwebûn, serxwebûn, serxwebûn

û çi dî ne ji bilî serxwebûn!!

 

Çi neqişê li beraya ev gotina te Arjeno:

Jiyan kêlîkeke, tiştê ku îro bê kirin, min nexwesitî ye ez îro bikim, ji bo min sibe tune!!!!

Erê keku, heke me îro serxwebûn nexwest, pa kenikî emê bixwazîn?? Heta kengî em bi şerm li ber destê xanî rawesitîn?? Kengî dê mizgîniya wî viyay, gehînin destî???

Serxwebûn, serxwebûn!! û çi dî ne ji bilî serxwebûn!!

Arjeno, rûgeşoo, xwîn şirîno, ka ew ramûsan? Te li kîjan gelî veşartin??? Çima te veşartin??

Çi nemaye ev bihar dê bi xemil û gulên xwe ve were, û qîzên Umeriyan dê ramûsanên te aşikira kin û ji nû li dol, newal, deşt û çiyan çînin ve!!! û bi runidikên evînê avdin ve.

Arjeno çav bi keniyo, çend bi ruh sivkî te digote hevalên xwe:

Bi xwedê kêfa min ji mezinatyê ra nayê, gurî min mezinatî ne ewe ku tu li ser kursiyekê li jor bî, li gurî min, mezinahî ewe ku tu di dilê xwe de nefs biçûk bî, û kirinên te mezin bin. Kurd sibe tiştekî mezin bidin min jî ezê bêjim: Heyran li min bibûrin, bi kêrî min nayê.

Heyran, ka were careka dî bi peyva ez heyran, civata me geşke.

Bejin delalo Arjeno

Evîndarê deşt, mêrg û çiyanoo.. Arjeno

Hey dînukeyê cîhana helbestê Arjeno

Te bi hemî bawerî digot:

Nivîskarî dana xwedê ye

Û te Bavê Nazê jî dikir şahidê gotina xwe Arjeno

Were Arjeno da bi deh malikên helbesta te ya wek te bi hêvî, xatirê ji civata ji bo rêzigirtin û mezinahiya qelemê te amadebûn, xatirî bixwazin:

 

Hêleke min diqutufe ji sermê

Çiya keleheke asê. Dem asê

Hêviya min kulîlka binê berfê

Ha pel bû, ha pel dibê

û berî tê

tê..

Bibare berfê

Li ber xwe bide kulîlkê

Tu ji vê axê yî, ez ji vê axê!!

Silav li te bin şêrgeleyo, Arjeno, neviyê şêrikelayo!!

 

12 -12 -2012 -Duhok