 
         
        Ji bo wan qehremanên ku di grevên birçîbûnê de dem bi dem, xane bi xane 
	heliyane….
	Çend roj derbasbûne
	Ji wê rojê, nizanim.
	Çav tarî biye
	Ziman êdî nagere
	Û qurequra hinavê ye
	Lê dil seranser bi hêviyan dagirtî ye
	Bawerî û vîn
	Biryardarî û wêrekî
	Wekî nan û av e
	Goşt roj bi roj dihele
	Zik bi piştê ve zeliqiye
	Giraniya laş her ku diçe kêm dibe
	Lê giranî tenê bi mêzînê tê pîvandin gelo?
	Gelo pîvana bawerî û vînê çi ye?
	Ya biryardarî û wêrekîyê lê?
	Zikê têr ji halê ya birçî fahm nake
	Dengê zikên vala naçe guhên kerr
	Ne girtîgeh in ên ku em tê de ne
	Gor in gor…
	Gorên reş û tarî
	Gorên sar û bixof
	Xwezî dengekî hebiya
	Tenê dengekî…
	Diya min bi loran da li ber serê min
	Û ez bi dilxweşî raketama...