Share |

Tîroj 'Rojhilata Navîn bi ku ve diçe?'yê nîqaş dike

 

 

 

Hejmara nû ya kovara du mehane Tîrojê derket. Kovarê di vê hejmara xwe ya gulan û pûşperê de li ser "Rojhilata Navîn bi ku ve diçe?" sekiniye.

 

Kovara Tîrojê hejmara xwe ya 56'an ragihand ber destê xwendevanan. Kovar ku di her hejmarê de dosyayek amade dike di vê hejmarê de Dosya-Forum amade kiriye û kesen wekî Aydin Çubukçu, Ertugrul Kurkçu, Abbas Vali, Nuray Mert, Huseyin Aykol, Gencay Gursoy, Asli Aydintasbaş, Cengiz Çandar û Gultan Kişanak bûne mêvanê forûmê û li ser Rojhilata Navîn fikrên xwe anîne ziman.

 

Reşo Ronahî ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi nivîskarê malpera me Çiya Mazî, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî û nivîskar Fehim Işik re hevpeyvîn kiriye, meseleya ziman girtiye dest.

Di hevpeyvîna beşa diduyan a bi Nadir Nadirov re ku Salihê Kevirbirî kiriye dîsa agahiyên balkêş hatine pêşkêş kirin.

 

Di kovarê de nivîskar û wênesaz Fewzî Bîlge bi sernavê "Stêrkên kulîlkên lek yên Roboskiyê" li ser Roboskiya ku 34 gundî lê hatin kuştin nivîsek nivîsiye. Lokman Polat jî li ser romana Mizgîn Ronak "Em bûn baran" nivîsa xwe nivîsiye.

 

Her wiha bi nivîsên xwe Kejê Bêmal, Rêzan Nas, Ozgur Mumcu, Dr. Omer Uluçay, Ozgur Muftuoglu, Lokman Polat, Aris Nalci, Yucel Demirer, Cuma Boynukara, Cemil Oguz, Vedat Çetin, Atilla Gune, Suncem Koçer, Bariş Avşar û bi helbestên xwe jî Cegerxwîn, Ferzan Şêr, Aba Muslim Çelik, Edîb Polat, Akman Gedik bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.

 

 

Diyarname

 

***