Share |

Telesma bihnê... Nizar Yosif

 

Ji bejinê ve lihevhatî

Gerdena te bi xwe sirme ye

Herdû destên te hevrîşm in

Tilî yên te pênivîs in

Dengê te stiranbêjî ye

Hisna te jî mêrgujî ye

Dilê te toravêje

Dîl kirime rike ya wî

Ji min re got: tu razayî çawa di bînî?

Min bersivda bi dildarî

Çav û dest û guhên min tev

Ji şoxa te şehitîne

Ne avgule

Ne embere

Bihndar e

Ji telesm ê behitîne

Di kepî re

Ji bihnê ve te nas dikim

Can şiyare te dibîne.

 

01.01.15