Share |

Televîzyona Kurdmax (Pepûle) taybet bo zarokan

 Li Herêma Kurdistanê bi herdu zaraveyên kurdî (soranî û kurmancî ), televîzyoneke taybet bi zarokan ya bi navê Kurdmax Pepûle hate vekirin ku biryar e heta dawiya vê mehê li ser satalayta Turksatê jî dest bi pexşa xwe bike.

 Li gor zanyariyên malpera Dengê Azad bi dest xistî, Kurdmax Pepûle destpêka vê mehê bi 15 zincîrefîlmên zarokan dest bi pexşa xwe kiriye û pexşa wê bi herdû zarayên kurdî, kurmancî û soranî ye û biryar e di demeke nêzîk da bibe du zimanî yanê dê bi rêya kontrola televîzyone bibe kurmancî an soranî. Niha fîlmên di Kurdmax Pepûle de hem soranî ne hem jî kurdmancî û peşxa wê 24 seat e.

 Kurdmax Pepûle niha tenê li ser Nilesatê pexşa xwe dike (Nilesat 11033 V 27500) û biryar e heta dawiya vê mehê li ser satalayta Turksatê jî dest bi pexşa xwe bike.

 Her wiha televîzyon dê di nava çend rojan de bi rêya malpera xwe ya resmî û peyca le Facebookê,  pexşa xwe ya zindî li ser internetê bike. (https://www.facebook.com/kurdmaxpepule)

 Bi gotina birêveberiya Kurdmax Pepûle, ew niha li benda pêşkêşkirina proje û bernameyên bo zarokan in bi taybetî li Kurdistana Bakûr ku pêdiviyeke zêdetir heye.

 Wek tê zanîn niha li seranserê Kurdistanê tenê televîzyoneke taybet bi zarokan ya bi navê Pêlîstank heye lê ew jî zêdetir klîpên zarokan pexş dike. Her wiha biryar e hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di nava çend mehan de televîzyoneke bi navê Zaro tv veke.

 Hêjayê gotinê ye, Kurdmax Pepûle ser bi şîrketa Edicoo Advertising Agency ye ku 2 sal berê jî televîzyoneke hemareng ya bi navê Kurdmax TV vekiribû.

 

Dengê Azad/Hewlêr