Share |

TEVNA DIL… ZAGROS OSMAN

 

 

 Ewrekî aza hate xwena min     

Şekirqend bi ser Lêva min de barand û nediyar bû

Hiş û Sewdanê min bi xwere bir

û çêja xwe  li ser  Zimanê min jibîr kir 

ji wî  çaxî de

Laşê min ji bilî Barana Tava ewî Ewrî  ve

Barênên Tavên dîtir naxwaze  

ku bi ser de bibarin      

Tovên Evînê di Beyarên dilê min de

razî nebûn  ku tu Baran wan avbidin

ji bilî Barana Xewna seyrebend

her Tişt di Giyanê min de amedebûn

ku bêyî Barana Şekirqend

tî bibin , zuha bibin , bimrin

bi tevahî ez lihemanabûm ku hebûnê jidestberdim 

loma ez bûm nobedarê Dergehên Asîman

her ku Keriyên Ewran lê mexel tên

Û Siha xwe digrin ser Evîndaran

ez wan dihejmêrim… dişopînim

şivantiya wan dikim

Tenê Çavan li Ewrê xeweyî bijare  digerînim 

hebe ku careke din

ew dagere Asîmanê xewna min

hebe dîsa ew Şekir bi ser Lêvan de bibarîne

lê Ewrê xewna  min Çivîkeke hestyare

fedî dike ku li  min vege re

û Dilê min ji xew re bike  Hêlîn  

gelek Ewr hatin û çûn

lê  ewrê minî tekane di navbira wande xuya nekir  

bê wî êşa valahiyê Hestên min sûtandin  

ji derdê xewna bêhimpa

neçar min Hunavê xwe veçirand  

û di Perstgeha bendewariyê de

min Mûyên  mîhreban hunand   

Bîrokên min dest bi tevna bagera Bayekî Bêçre kirin  

hebe ku ew rabe

û Ewrê min çareke dî bajo Asîmanê xewna berê

bû dereng û Ba nehat

lê min Dara hêviyan nebirî

min baewr dikir ku careke din

ezê Çiçikê Asîman bimijim

û Ewrê Şekirqend himbêz bikim

Yara dil ,min gûman lênedikir    

ku ev Ewrê Derhoje tu bi xweye

ne Xewne , ne Xeyale

vaye bi ser dil de tu dibare 

û Tûmikên Evînê di Zeviyên wî de şîn dike  

ZAGROS OSMAN