Share |

Wêjeya kurdî yek ji wêjevanê xwe yê girîng winda kir.

 

Hozan Emîn - Amed

Wêjeya Kurdî yek ji nivîsakrên xwe yê girîng winda kir, Arjen Arî piştî nexweşiyek giran, çavên xwe li jiyanê girt, û li nîvroya roja sêşembê 30-10-2012 li nexweşxana seyran tepe li bajarê Amedê .

Li dema belavbûna nûçeya koçkirina wî nivîskar û rewşenbîrên Amed û derdora wê bi lez ber bi nexweşxaneyê vê çûn, û cenazeyê wî ber mala wî vê birin, û paşê birin goristana yenî koy.

Li roja din hezkirî û dost û hevalên helbestvan Arjen Arî, li ser gora wî kom bûn û bi awayekî Fermî bernamak hatibû amadekirin, ji aliyê şaredariya mezin a  Amedê , û komeleya nivîskarên Kurd, û beşdariya bejarteyek mezin ji xelkê deverê û derdora wê destpêkir. 

Bi hesretek mezin û hestirên bi kul û keder li ser oxirkirina helbestvanekî ku di zirva dana xwe de, ku bar kir bê xatirxwestin û li ser ruyên wan matmayinbûnek mezin li ser vê koça bi lez ya ku Arjen Arî kir.

Gelek peyv û axaftin hatin pêşkêş kirin, li destpêkê peyva malbatê ji aliyê kurê wî ve hate kirin, û bi kelek girî spasiya xwe pêşkêşî her kesê ku hevparî bi xem û şîna wan re kir, û li ser navê hevalên wî helbestvan Ehmed Huseynî helbestek pêşkêş kir û li ser navê komela nivîsakrên kurd li Amedê, serokê wê şêxmûs sefer axiftinek kir, her weha mersîm bi beşdariya şandekê ji bajarê Dihokê bi serokatiya Hesen Silîvanî serokê Yekîtiya Nivîskarên kurd, tayê Dihok û şandek pêre, û axaftinek pêşkêş kir , li ser navê Pen ê şexmûs dîken û serokê şaredariya Mezin A Amedê Osman Baydemir, axaftin kirin, û teva behsa qencî û başiyên helbestvanekî ku xema wî ew bû ku xizmeta Edeb û çandî kurdî bike û bi xem li ser jiyan û oxirkirna wî ya bê dem û soz , û li dawiyê hate veşartin û gora wî bi kulîlkan hate xemilandin.

Jiyana Arjen Arî:

Li sala 1956 li gundê Çalê, girêdayî bajarê Nisêbîn ji dayik bûye, û di sala 1979'an de Enstituya Perwerdeyî ya Amedê beşa zimanê tirkî qedandiye. Weke gelek helbestvan û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi helbestê kir. Di sala 1976'an de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polîsan dest danîn ser helbestên wî yên bi tirkî û kurdî. Qasî hefteyeké di hepsê de ma. Ew berdan, lê helbestên wî ta niha di mexzena Dadgeha Nisêbînê de hepsî ne. Di gel ku weke cara pêşîn di kovara Tîrêjê de helbestên wî hatin weşandin.

Piştî 12'ê îlonê de ew li welêt ma, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992'an de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekî bû û birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wê bûyerê de Arjen Arî li Amedê dijî heya koça xwe ya dawî kir.

Berhemên wî :

1999 Ramûsan min veşartin li geliyekî, Weşanên Avesta, helbest

2002 Ev çiya rûspî ne, Weşanên Avesta, helbest

2003 Destana Kawa, Weşanên Elma, helbest

2006 Eroûtîka, Weşanên Lîs, helbest

2008Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Dihok, antolojî

2008 Şêrgele, Weşanên Avesta, helbest

2009 Çil Çarîn, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, helbest

2010 Bîhoka Li Pişt Sînor, Avesta, çîrok

2011 Payîza Peyvê, Weşanên Belkî, Amed, helbest

2012 Kulîlkên Be'îvan, Weşanên Ronahî, Amed, helbest