Share |

Weşanxaneya Nayê Ferhenga Felsefeyê bi kurdî çap kiriye.

 

Di ferhengê de ji hezaran zêdetir têgihên felsefî, feylesof û felsefeya feylesofan, hatine danasîn û di dawiya nasandina têgihan de têgihên bi zimanê ingilîzî, fransî û tirkî hatine nivîsandin.

Ferheng, ji 529 rûpelên A4ê pêk hatiye. Bi hûrbijarî û bi kitekit, bi qasî 1100 têgihên felsefeyî û zanistî, hatine nasandin.

Di dawîya ferhengê de, ferhengok û indexek (rêzik) heye, ku dê karê xwendevanan hêsantir bike. 

Weşanxaneya Nayê pêştir jî ragihandina weşandina rêzepirtûkên Êzdiyatiyê û Avestolojîyê kiribû. Heta niha ji wan rêzepirtûkan çend pirtûk çapkirine.

Derbarê Alî Gurdilî de

 Civaknas û felsefevan e. Di sala 1966an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan (Misirc) hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980an de bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê pazdeh sal in hewl dide ku di hinek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Tîroj û Xwenas, Felsefevan û Ajda’yê de hatine çapkirin. Niha li Tirkiyeyê dijî, mamostetiya beşa felsefeyê dike û bavê du zaroka ye. Berpirsiyar û edîtorê malper û Kovara Felsefevan e.

Berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin:

1- Dengê Felsefeyê - Weşanên Doz - Rêbendan 2006

2- Rewîtiyeke Zanistî - Weşanên Doz - Gulan 2007

3- Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac ‘Enel Heq’Weşanên Evrensel.

Stenbol 2015

4- Destpêka Felsefeyê – Weşanên Soran- 2015

5- Antolojiya Feylesofan. Weşanên Soran. 2015

(AY)