
Mizgîn Hesko
Du...
Sê û çarbar e...
Mah û salan....
Pencereya di biniya parsiwê elindê
Ji baweşîna nêrgizên evînê re
vekirî bihêle
Bila xifişika nazenîn
Dema gihiştina zeviyên rewan
Ji mista destên spêdeyê
Û ji weşiyên hêviyê
Sinbil, bi sinbil
Peyal û peyal
Sermest bibe...!
Ew....
Tiliyên min î vemirî bûn...
Li lalezarê.
vedigeriyan....?!
Helbestvana kurd Mizgîn Hesko ku ji egera nexweşiyê li almanya di 1-10-2025an jiyana xwe ji dest da ..em vê helbesta wê ya ji dîwana “Bişkojên Bi Roniyê Mest” diweşînin.