Share |

'Wekî kurdekî jiyana min' ji Weşanên J&J derket .

 

 

Nûredîn Zaza şexsiyetekî girîng e di nav dîroka kurdan de. Wî çîrok nivîsîn, nivîs nivîsîn, di nav xebata siyasî de cih girt, role wî ya girîng di nav PDK'ya Sûriyeyê de hebû û ew

gelek caran ji ber xebatên xwe ket girtîgehê. Zaza piştî 50 saliya xwe berê xwe dide Swîsreya ku her qala pesnê wê yê demokratî dida. Li wê derê zewicî, li wê derê nivîsî û li wê derê di sala 1988'an de wefat kir. Yek ji van xebatên wî jî "Ma vie de kurde" (Wekî kurdekî jiyana min) bû ku jiyana xwe nivîsî. Wî ev xebata xwe bi fransî nivîsî. Ew pirtûk li hin zimanan hatin weşandin. Li tirkî jî hatibû wergerandin û weşandin. Niha ew pirtûk ji tirkî ji bo kurdî hat wergerandin û ji Weşanên J&J'yê derket.

Pirtûk ji aliyê Adil Qazî ve hatiye wergerandin. Qazî ku ji Sîsê ya Licêya Amedê ye çîroka wî jî balkêş e: ji ber xebatên xwe yên siyasî di dawiya sala 1990'î de diçe Swêdê lê mafê wî yê penaberiyê nayê qebûlkirin, di sala 1993'yan de wî radestî Komara Tirkiyeyê dikin û pêvajoya wî ya 15 salan a li girtîgehê dest pê dike. Qazî vê pirtûkê jî li girtîgehê werdigerîne û di sala 2003'yan de temam dike. 2008'an de derdikeve lê pirtûk hê nû tê weşandin.

'Wekî kurdekî jiyana min' şahidiya serdemekê bi zimanê dayikê yê Nûredîn Zazapêşkêş dike.

Diyarname