Share |

Xelata Arjen Arî dan Rêzan Diljen

Di 10'emîn Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî de Rêzan Diljen bi dosyaya xwe "Deftera Qetayî" bi ser ketibû. Bi merasimek xelata Arî dan Diljen.

 

Merasima xelatdayînê 11'ê mijdarê li Odeya Mîmaran a Amedê li dar ket. Weşanên Sor û malbata Arjen arî xelat da. Di merasimê de wêneyeke mezin a Arjen Arî hat daliqandin, gelek wêjehez jî di merasimê de amade bûn.

 

Îsal endamên juriyê Îrfan Amîda, Lal Laleş, Yehya Omerî û Zahir Kayan bûn.

 

Di merasîmê de kurê Arjen arî Behzat arî axivî û li ser helbesta bavê xwe sekinî. Helbestvan Rêzan Diljen xelata xwe ji destê xwişka Arî Nejla Arî girt.

 

Di merasimê de Xelata Rûmedê ya îsal dan Mebûsê HDP'ê yê Amedê yê berê Garo Paylan. Helbestvan û weşanger Lal Laleş li ser navê Paylan xelata wî ji destê Rojhat Turgut girt.

 

Diyarname