Share |

Xelata hunerî ya Mamlê, dan hunermend Dilşad Seîd

hunermend Dilşad Seîd
hunermend Dilşad Seîd

 

  Îsal xelata hunerî ya Mamlê didin hunermendê navdarê kurd Dilşad Seîd.

 

Sentera Hunerî ya Mamlê, ku her sal hunermendeka/î serkeftî û afrîner xelat dike, îsal jî biryar daye xelata hunerî ya Mamlê bide hunermendê navdarê kurd Dilşad Seîd.

 

Sentera Hunerî ya Mamlê li ser vê mijarê daxuyaniyek daye û ragihandiye, hunermend Dilşad Seîd ew qasî xizmeta hunera kurdî û mûzîka cîhanî kiriye ku eger em bixwazin behsa hemûyan bikin, dê gelekî bikşîne. Ji ber wê jî em hêvîdar in ev xelat, hêjayî pêgeha hunerî ya wî hunermendê mezin be.

 

Hunermend Dilşad Seîd, vîyolonjenekî navdar û mamostayê mûzîkî ye ku sala 1958 li Duhokê ji dayîk bûye. Sala 2018 bawernameya doktorayê di warê mûzîkê de bi dest anî. Ew niha li Nemsa dijî.

 

BasNews