Share |

Xelatkirina nivîskarê kurd Konê reş li Amûdê

Xelatkirina nivîskarê kurd Konê reş li Amûdê
Xelatkirina nivîskarê kurd Konê reş li Amûdê

Dezgeha ARTA a ragihandin û geşepêdanê di 70 saliya nivîskar û dahênanê Kurd Silêman Abdo ( Konê reş) bi şeveke hunerî li ARTA CAFÉ li roja înê 1-9-2023 xelat kir .

 

Bo rêzlênana bo ked û xizmetên wî li dirêjaya 50 sal di jiyana wî de di warê wêje û zimanê Kurdî ku bi dehan berhem û bi sedam lêkolîn di her cûreyê wêjeyî û folkilorî û hunerî de belav kirne ev xelat hate danan .

 

Hêjayî gotinê ye ku nivîskarê navdarê kurd ji dayikbûyê sala 1953an li gundê Doda yê girêdayî bajarê Qamişlo ye  û 30 berhemên wî yê wêjeyî bi zimanê Kurdî û Erebî çap û belav kirine.