Share |

Xewna berî sed salî…Idrîs Hiso

Manga Tebax ê bi êş û azerye bo kurdan , roja 10 a ji vê mehê , berî 93 salan peymana Sîver di nav hêzên hevalbend yên serkeftî di cenga cîhanî yekem de û ipratorya Osmanî de hat imze kirin ,

di wê peymanê de mafê kurdan di dewletek serbixwe de li ser hemû xaka Kurdistan ,li gel mafên gelên ipratoryê  mîna Ermenî û Ereban hat berçavgirtin  , kurdan jî ji alyê xwe li wê peymanê dinerîn wek peymanek rewa ku têde mafê wan di dewletekê de hat çesibandin, wek yekemîn peymana cîhanî ku eşkere li mafê kurd û kurdistanê rûdinê .lê ji ber serkeftina hêzên nejad perstên Tirk û têkçûna yonaniyan, û ne yek rêzya gotina kurdan , mercin din xwe li meydanê bi cîkirin û hêzên nav dewletî jî , li gor berjewendyên xwe meşîn , û wijdan û bextê xwe xerakirin , hêzên nejadpestên Tirk bi serokatya Mustefa Kemal Atatork , nexwestin hemû xaka impratoryê ji dest wan here ,peymanek dî hat holê , peymana Lozan(24/7/1924) , derewên hezên hevalbend eşkerebûn , û ipratorya Osmanî ne hat dabeşkirin bi temamî .

Kurdistan bû qelenê hevalbendiya dinavbera Tirkya û Urpî yan de, ji tirsa ku Tirk destê xwe têxin destê Rûsan de , Urpî yan Kurdistan kirin qelen û imze kirin li ser peymana Lozan , nav û dengê kurdan ji civata navdewletî hat rahiştin , Kurdistan bi devê top û tivngên faşistên Tirkan bû meydan qirkirinê bi her hawî û dibin guh û çavên cîhanê de .

Komkujî , qirkirin , gundwêran , penaberî , cînosayid bi her şêweyî û qirkirna şaristanya kurdistanê paşî Urpîyan guh û çavên xwe girtin , ji Tirkan re bû armanc , bêtir ji melyonek kuştî û bi melyonan penaber .

Lê li himber vê cînosaydê kurdan serî Hilda û berxwedanên bê rawestan kirin , ew xebat û têkoşîn ne gihan armancên xwe tevî qurbanyên gewre, lê helbet diyarkirin jî, kurd ne miletê ku nebe dewlet .

Kurdan xebat bi gelek alyan ve dişopand , him xebata çekdar û him xebat pênûs û kaxetê. Di xebata çekande kurdan texsîr nekir , lê wê xebatê bi tenê nikarîbû maf û azadî pêkanîba .

Di aliyên din de hin qisûrî hebû , tevî ku xebatên zor girîn hatin kirin , û rola wan ne kêmî ya tivngê bû , li ser serê wan karan dirûzkirna Elfebeyek hesan bo nivîsa kurdî ji lay mîr Celadet ve , û xebata ragihandinê ji lay vê malbatê bi giştî .

Bi her halî , di vê bîranînê de ez dixwazim çend xalan bînim ziman

- di wê demê de kurd bûn qurbanya berjewndyên hêzên cîhanî

- gotin û helwêsta kurdan ne yekbû û hin ji serkirdyên wan ne dixwestin kurdistana mezin çêbibe , tenê imaret û memleket bo herêmekê tenê dixwestin .

- hin caran li hin perçeyên kurdistanê bawerya rêxistinên siyasî bi şiyanê gelê kurd nedihat , ta ku dûrbûn dinav wan û milet de çêbû, wek nimûne (mîna tevgera siyasî kurd li Rojava yê Kurdistanê)

- qisûrî û kêmanya di warê ragihandin û çandê de , û kêmanya di derheqê ziman û çanda bi zimanê kurdî, tevî ku kesayetiyên mîna mîr Celadet bi erkê xwe rabûn û riya durst bo me afrandin.

Îro jî û bi van guhertinên mezin yên ku li rojhilatanavîn dibin , eynî van xalan hîn hene , û divaye li ser bên karkirin .

Em pêwîstî yek helwêsta siyasî ne , û guhdanek bê sînor bi ziman , çand û keltûraxwe ne , pêwîstî bi ragihandinek kurdewarî  ,zanistî û netewî ne, ne tenê ragihandinek partîtî û rêxistinî.

Kongira netewa kurd wê divê mehêde bê lidarxistin , wê xweştrba heger di roja 10 mehê deba , daku me nameyek bighanda cîhanê , em yek miletin û mafême ye bi dewletek serbixwe , mîna ku berî 93salan de di peymana Sîvr de hat behskirin.

5-8-2013z