Share |

Yûsiv Berazî (Bêbihar) 1931 - 2009

Yûsiv Berazî, Seydayê Keleş  û Omerê Lalê
Yûsiv Berazî, Seydayê Keleş û Omerê Lalê

Berî çend rojan 5 saliya koçkirina helbestvanê kurd Yûsiv Berazî bû. Yûsiv Berazî yê ku naznavê wî  BÊBIHAR e, ew xwediyê strana (Hebis û Zindan) e a ku rehmet Mihemed Şêxo dibêje.

Yûsiv Berazî (Bêbihar), di sala 1931ê de li gundekî ji gundên navçeya Babê çêbibû. Ji sala 1956an ve bibû yek ji akinciyên bajarê Serê Kaniyê a Binxetê.

Ew ji kesên bêşî bû ku di nav endamên Alpartî de xebatek kurdewarî dikir û ji bo vê yekê gelek caran hatibû zindankirin..

Wi di zindanê de ev helbesta xwe (Hebis û Zindan) a ku rehmetî Mihemed Şêxo dibêje hunandibû..

Hem jî hunermend Mihemed Şêxo ev helbetên wî kirine stran:

1-     Hebis û zindan

2-     Di xwede

3-     Rabe ji xewê

4-     Çibikim bi can

5-     Koçê me barkir

6-     Di zindanê dinalim ez

7-     Ez bûm ferar

8-     Welat

9-     Derdan çi ez dil jarkirim

10-  Şêrîn tu cirana minî

11-  Rabe pismam

12-  Eman ez bûm warê xeman

13-  Şeva tarî

14-  Ez jî bi cî bim

15-  Yarê şehkir porê siyah

16-  Perwîn keça nû gihiştî

17-   Eman Dilo

Helbestvan Yûsiv Berazî an Bêbihar ne tenê helbestvan bû, belê wî helbestên xwe jî bi awaz dikirin..

Ji dîwanên wî yên çapkiri:

-      Zindan, 1988

-      Bang, 1997

-      Raperîn, 2002

-      Serxwebûn, 2006

-      Pêşketin, 2007

Ew di roja 16/01/2009an de anku berî 5 salan li Serê Kaniyê koça dawî kiriye û li goristana wê hatiye veşartin.

Wêne: Sê helbestvanên kurd yên kilasîk ji Rojava; Omerê Lalê: (2011 – 1935), Seydayê Keleş: (1930 – 2007), û Yûsiv Berazî.

Yezdanê mehreban wan bi dilovaniya xwe şad bike.

 

 

 

     Konê Reş

 

Qamişlo, 20/01/2014