Share |

Yekbûn ji bo zarokan distire

 

 

Hunermenda kurd Yekbûn bi albumeke nû ya balkê hate pêsiya hezkiriyên xwe. Derbarê armanca vê albumê de Yekbûn daxuyand, “Heya niha mixabin di muzîka kurdî de ji bo zarokan, zêde berhem nehatine çêkirin. Min xwest bi vê berhemê, vê valahiyê tije bikim.”

Di albuma bi navê Zarok de 10 stranên zarokan hene ku navê wan ev in: Hespa min, Kêzê, Berxa Spî, Kew hatin, Dîkê Sor, Roviyo, Mişko, Xalxalok, Hirço, Zêbra.

Hunermend Yekbûn nêzîkî sê sal in xebatên xwe yên muzîkê li Almanya berdewam dike. Di vê albuma nû de ji bo ku zarok bi her awayî muzîkê nas bikin gellek cûre ceribandiye. Amadekirina albumeke zarokan birayê Yekbûn, Azad Civak pêsniyar kiriye û Yekbûn albumê ji keça xwe Dilba û hemû zarokên Kurdan re diyarî kiriye.

Mustafa Cizîrî gotinên stranan nivîsandine, Yekbûnê jî muzîk, sazkirin û aranjeyê kiriye. Album %90 li Duhokê û %10 jî li Stenbolê hatiye tomarkirin û niha tenê bi rêya înternetê tê firotin.

Mijar naskirina sewalan e

Yekbûn diyar dike ku mijara albûmê naskirina sewalan e û bi têkiliya pedegogan bi babetekî hessas hatiye amade kirin.

 

Derbarê albuma Zarok de hunermend Yekbûn dibêje zarokên Kurdan ligel pirsgirêkên wek perwerde, tendirustî û birçîbûnê hêviya xwe ti carî winda nakin û li himberî jiyanê bi hêzek bêhempa têdikoşin. Yekbûn wiha dom dike: “Heya niha mixabin di muzîka kurdî de ji bo zarokan, zêde berhem nehatine çêkirin. Lê zarokên Kurdan jî mafdar in ku bi zimanê zikmakî, li stranên zarokan guhdarbikin û bi van stranan şabibin. Min xwest bi vê berhemê, valahiya ku di warê muzîka zarokan ya kurdî de heye li gor derfeta xwe tije bikim. Hêvî dikim ne tenê zarok, dê û bav û mezin jî, ji vê berhemê gellekî hez bikin.”

 

Rûdaw