Share |

Yekemîn konferansa danasîna helbestvanê navdar Hêmin Mukriyanî hat lidarxistin

 

  Yekemîn konferansa danasîna helbestvanê navdar Hêmin Mukriyanî hat lidarxistin

Yekemîn konferansa danasîna helbestvanê navdarê kurd Hêmin Mukriyanî li bajarê Mehabadê hat lidarxistin.

 roja 22-9  li bajarê Mehabadê yê Kurdistana Rojhilat, konferansek li ser bîrmend û helbestvanê navdarê kurd Hêmin Mukriyanî ji aliyê şaredariya bajêr ve hat lidarxistin.

 Di konferansê de, gelek helbestvan, nivîskar, rewşenbîr ji eyaletên Ormiye, Kirmaşan, Îlam, Sine yên Kurdistana Rojhilat û bajarên Îranê beşdar bibûn.

 Di wê civîna edebî de, li ser zimanê helbest û edebiyata Hêmin Mukriyanî hat axaftin û lêkolînên ku derheqê wî bîrmendê kurd de hatibûn kirin, bi zimanên kurdî û farsî hatin pêşkêşkirin.

 Navê rastî yê Hêmin Mukriyanî, Mihemed Emîn Şêxul Îslamî ye û sala 1921 li Mehabadê ji dayîk bûye û sala 1986 jî li bajarê Ormiyê wefat kiriye.

 

BasNews