Share |

Ehmed Turk Ev sê rojin ez ji tere li navekî digerim… Kawa Şêxê

Kawa Şêxê

 

 

Bûyerên wisa mezin, gelekî hestên min tev didin û dixwazim li ser binvîsim, lê ev roja sisya ye ku di hindirê xwe de dikelim û nikarim binvîsim, tenê ji bo ez navê Ehmed Turk ne nvîsim yanî bi paşnava Turk.

Ez gelekî geriyam û min zanî bû bê ez li çi digeriyam, ez li navekî digeriyam û min gelek dîtin ku layiqî apê Ehmed bin.

Min dîroka wî gelekî nêzîkî dîroka Mehatma Gandî dît, erê Gandî yê hindistanê.

Gandî serokitya şoreşa aştiyane kiribû, û bi serket, lê di çaxê birêvebiryê de pênc caran hewildana kuştina wî kirin û di cara şeşan de bi serketin û ew kuştin. Nijadperest û xwînmijan ew kuştin tenê ji bo ke nehêlin di navebra herdû miletên hindistanê de (Hindos û Misilman) aşitî çêbibe.

Lê piştî mirina wî, dinyayê hemû bi qîmeta wî naskirin û roja rojbûna wî 3 Oktoberê kirin ji bo Hindistanê cejnek netewî û ji bo cîhanê jî rojnûna wî kirin roja li dijî çek û sîlahan.

Û Apê Ahmed jî bi sala ye ku bang li çareseriya bê sîlah dike. lê bangek yek alî ye, û banga yek alî wê çi bi xwere bîne?

Min di dawiyê de û piştî sê rojan biryar da ku ez vê namê ji wîre binvîsim:

Birêz Apê Ahmed:

silav û rêz

Vê êrîşa dawî ya ku çavê me li ser giringiya hebûna te di nava me de vekir. hişt ku em gelek tiştan li ser te nasbikin. û ya herî giring jî ew bû ku bi qasî ew ji te aciz in û dixwazin te bêdeng bikin, ewqasî em jî ji te hezdikin û hewceyî tene.

Ewqasî ji te aciz in, ji ber ku dizanin ku em ji te hezdikin û tu sembola me ye.

Ewqasî ji te aciz in ji ber ditirsin ku tu çareserîk aştiyane bîne û nanê wan faşîst û xwînmijan qut bibe.

Ewqasî ji te aciz in ji ber ku nema zanin bê bi çi riyê werne te, partî girtin, tu dane mehkemê, dîtin her ku diçe tu bêtir bi hêz dibî û xurt dibî û cihê xwe di dilê me de bêtir digrî, kîna wana zora wana bir û ji dûv wê kînê jî nema karîbûn biaxavtinê dilê xwe rehet bikrana, rabû êrîş kirin.

Li ber xwe nekeve apê Ehmed, pozê te kewara namûs û xîretê ya me tevda ye, û tu jî tebayî vî miletê ku ji te hezdike û ji bo te kolan tijî kirine.

Ji ber wê jî ez pêşneyaz dikim ku em navê te di nava xwe de biguherin û mîna Gandî, em navekî ji van navan li te bikin.

Yan Apê Ahmed, ji ber ku tu mîna apê Hoşimîn, bê rawestan xebatê dike.

Yan jî Ahmedê bav, Ahmed baba, ji ber ku di riwê tede, di bêhna te ya fereh de û di sebr û dayaxa te de bêhnek fereh mîna ya bavekî heye.

Yan jî em navê te bikin Gandiyê Kurda, ji ber ku tu jî mîna Gandiyê Hindistanê, aştîxwaz, milethez û şoreşger e.

Yan jî em ê navê te bikin Ahmed Aştî, ji ber ku tu mîna kevokek sipî, bû ye sembola aştiyê hingî te behsa aştiyê di axavtinên xwe de kiriye. û ji ber ku tu li pêşiya girîpa qasidên aştiyê mîna aştîxwazê herî sereke diyar dibû.

Ez jî nizanim çi navî li te bikim, wê gelek bêjin em ê navê wî bikin Ahmed Kurd, min ew pêşneyaz negot, ji ber ku ji xwe Kurd e û sed carî jî Kurd e, û min zanîbû jî ku wê her kes bêje bela navê wî Ahmed Kurd be, ji ber wê jî min ew pêşniyaz ji milet re û ji dîrokê re hişt.

Tu her hebî birêz apê Ahmed, saxî û selametiyê ji tere dixwazim, em ê te nêzîk dîsa di nava xwe de li ser piyan bibînin, û kêfxweş bibin, em dizanin ku tu mîna şitla rîhanê ye, bi bare ditewe, bêhna xweş belav dike, lê dîsa vedigere serê xwe bilind dike û dibêje ez heme û ez ê bi hezkirina gelê xwe timî xurtir û xurtir bibim.

Kawa Şêxê

kawa142@hotmail.com