Share |

Konfiransa sêyemîn ya zimanê kurdî li Amûdê li darket

 

 

 

Nivîs : Melevan resûl

 

Di bin navê ( zimanê me rûmet û nasnameya meye ) di roja 19/5/2012 li bajarê Amûdê bi beşdariya 700 nivîskar , zimanzan ,  rewşenbîr ,û xemxwerê ziman û toreya kurdî û mamosteyên ziman û siyasetvanî , bi coşek mezin li dar ket .

Di serî de konfiransvan kêlîk rêzdarî, bê deng li ser giyanê şehêdên şoreşa Sûrî û şehêdên kurdistanê rawestiyan , paşî komisyona rêveberiya dîwanê ji 5 kesan ( 3jin û 2 peya) hatin hilbijartin  .

Gotina tev-dem ê hate xwendin , têde bal hate kişand li ser bûyerên di rojavayê kurdistanê û Sûriya de û bivekên li ser miletê kurd û siyasetên dijminahiyê yên li hember doza kurd , ji lew pilan û bizava li hember tunekirin û pişaftina miletê kurd,  .

Di navê re brûskên pîrozbahiyê hatin xwendin û gotinên gelek siyasetvanan û nûnerê saziyên rewşenbîrî, olî û çandî û ronakbîrên amadebûyî pêşkêş bûn mîna zanevanê ziman Deham Fetah , Arşek Baravî, Derwêşê xalib û Seyfidîn Ebdo û hejmarek dî , gotar û derbirînên xwe bi kurt û kasî pêşkêş kirin , her weha encama raporên saziyên ziman û dibistanên zimanê kurdî , her weha gotina K.C.K hate xwendin , û encama çalakiyên S.Z.K hate vekirin û têde nîşan da ku 32 dibistan li hemû heremên rojavayê kurdistanê hatin e vekirin , her weha hejmara mamosteyên ziman û hejmara şagirtên dîploma asta yekem wergrtîn .

Mêvan û beşdaran gelek mijarên giring vekirin û derbirînên xwe anîn ziman û gotinên rengareng û derbirînên çareserkirina arîşe û alûzeyên ziman .

Di beşê duyemîn de rêziknameya reşnivîs hate belav kirin û xwendin , xal bi xal hatin şirove kirin û sererast kirin li gor nêrîn û dîtina beşdaran û dawî çend xal hatin pevtêdan û reşnivîs hate pejrandin û bû belgeya konfirasê .

Di warê serperiştî û rêveberiyê de ji her heremekî endamek hate navkirin ku nûneriya desteya S.Z.K bike û bi qasî 11 endaman hatin destnîşankirin .

Piştî goftûgoya bi qasî 12 katjimêran hate ajotin û bi sirûda ey reqib ya netewî hate bi dawî kirin .