Share |

Reply to comment

Kamîran Bedirxan

 

Rojhilata navîn dikele û bûyer li pêşiya demê dibezin. Bûyer û pêkhatiyan di rojnemeyan de tên nîvîsandin û bi bûyeran re nagihên. Di nîvîsandina bûyer û pêkhatiyan re dereng dimînin.

Di navbera her demekê de, em dibînin ku berpirsyarekî dewleta Tirkiyê derketiye pêş rojnemevanan daxuyaniyek da û wiha got: “Êdî tehimûla me nema, ji kiryarên rêjîma Sûriyê re ku li hember hemwelatiyên xwe yî sivîl dike ji kuştin û qirkirinê, û em ê weha mudaxele bikin , û em ê weha bikin ....hwd.

Di van demên dawiyê de gef û awirê desthilatî yê Tirkiyê li hemberî rêjîma Sûriyê bilind dibin, ya balkêş ku careke din avakirina "herêmeke Parastî" di rojeva rayedarên Tirkiyê de tê guftûgokirin, û li gora çavdêran ku hukûmeta "Erdogan" dest bi amedekariyên pratîkî dike, wek avakirina Kampên Penaberan û minawereyên leşkerî yên Tirkiyê û Amerîka yên hevbeş û bengaweziya ku Tirkiyê li hemwalatiyên xwe yî li Sûriyê kiriye ku bi zûtirîn wext ji wir derkevin.

RayedarênTirkiye dixwazê ji hêla siyasî û dîplomatîkî ve jî, hewildanên xwe bilind bikin, ta ku ji vê projeya xwe re wek ku me li jor xuyakiriye atmosfereke rewa biafirîne, ji hêlekê ve rewşa xwe yî hindirî bi rêk û pêk dike, bi gotineke din hikûmeta Tirkiyê dixaze piştgîriya hindir ji hemû rêxistin û partiyên oposizyon û saziyên sivîl bigre, wê vane karekî hêsan be li pêşberî wan berpirsyaran be, lê ya herî zehmet û aloz ew e ku hikûmeta Tirkiyê wê pêwîstî ji bo avakirina"Herêmek Parastî" bi biryareke navnetewî hebe, di rojên bihûrî de me dît ku çend rêz biryar çûn ber destê  "Neteweyên yekbûyî" û rûbirûyî "Vîto"yên " Rûs û Çînê" hatin û biryarên ku rewa û piştgiriyê bidin pirojeya hikûmeta "Erdogan" ji  "komkara Erebî" jî derneket, ev tê wateya ku rê hemî li pêş Tirkiyê girtî ne û xetimîne, bi kêmayî divê demê de. Gelo ma wê Tirkiyê bi tenê xwe vê gavê biavêjê?  û wek ku wezîrekî hikûmeta Tirkiyê diyar kiriye carekê, carina tê pirsîn: Ma gelo armanca Tirkiyê bi rastî ew e ku parastina xelkê sivîl û alîkariya şoreşa Sûriyê ye? anjî hin berjewandiyên xwe yî din yên taybet hene?   

Ji bo avakirina "Herêmeke Parastî", hin çavdêr dibêjin ku hikûmeta "Erdogan" hewil dide û zendan hildimale bi serperiştiya xwe Girûpekê saz bike, li dervayî Netewên Yekbûyî û Komkara Erebî.

Her sîstemek û her desthilatdarî xwe diparêze, ev asayî ye. Rêjîma Sûriyê dibîne ku avakirina "herêmeke parastî" li ser xaka wan xêzeke sor e, desttêwerdana nav kar û barê wanî hindirîn e û dagirkirin e. Bêguman pêngaveke weha di bin çi navî de dibe bila bibe, wê li hemberî bersivek tûj were, li gorî daxuyaniyên rayedarên rêjîma Sûriyê. Hêjayî gotinê ye ku rêjîma Sûriyê wê hemû kaxezên xwe bi kar bîne, tê xuyakirin ku wê herêma rojhilata navîn berve hejandinekê biçe û di nava aloziyeke bê dawî de bimîne. Gelo bi rastî wê herêm berve şerekî bê dawî here? Gelo guman heye ku hin dewletên din beşdarî û piştgîriya rêjîma Sûriyê bikin di vî şerî de?

Belê rojên li pêş me, bersiva van pirsan û gelek pirsên din dê bê dayîn.

 

Kamîran Bedirxan

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options