Share |

Reply to comment

salar  Elo

 

Gelemşeya hin dewletan ku zimanê xwe yê dayikê bikar naynin gava ku azad dibin , gelek rastîyan ji mere diyar dike , ev dewlet an gel ku dibin destê dagîrkeran debû,

û zimanê dayikê qedexe bû , lêbelê piştî ku serxwebûna xwe bidestdixist zimanê dagîrkeran dima zimanê fermî li dibistan û zankoyên dewletê , û tu kar ji zimanê dayikê re nedibû ku bibe zimanê fermî yê sereke , wek nimûne dewleta Cezayir .

Ev bûyer me li hember metirsiyeke mezin radiwestîne , ku di paşerojê de eger zimanê kurdî li welatê me azad bibe , gelo kurd wê xwe fêrî zimanê dayikê bikin ? wê bixwe zarokê xwe bişînin dibistanan ?

Eger em kurdên Turkiyê bikin nimûne , emê nasbikin ku gel ji ber xwe ve naçe dibistanan bi mebesta xwe fêrî zimanê dayikê bike , dema mafên xwe yên rewşenbîrî bistîne , birastî du rûwên vê gelemşeyê hene :

1-      Desthilata Turkiyê şerekî fireh li ser ziman û çanda kurdî kir , û hewldanên mezin kirin daku şuştina qada mejiyê kurdî ji kurdayetiyê berfirehtir bike .

 

2-      Gelê kurd li Turkiyê tu kar ji zimanê kurdî re nekiribû , dema ku dibistanên kurdî vebûn ne mamoste hebûn û ne şagirt jî dihatin dibistanan .

 

Jiber vê gelemşeya ku li Turkiyê bi gelê kurd re afirî derbarî fêrbûna zimanê dayikê piştî ku mafên rewşenbîrî standin , çiqas giringe ji gelê kurd re li Sûriyê , ku em ji îroroj ve dest bi karekî wisa bikin ji bo fêrbûna zimanê dayikê , di riya damezirandina sendîka mamosteyên zimanê kurdî , wek saziyek taybet ji bo fêrbûna zimanê kurdî û danheva mamosteyên fêrkirina zimanê kurdî , ji erkên vê sendîkê ku zimanê kurdî bi rengekî gelerî belavbike , û giringiya zimanê dayikê ji gel re bide xuyakirin , û navtêdanê di nav nifşên nû de bi afrîne jibo fêrbûna zimanê dayikê , digel ku navên mamosteyên fêrker tomarbike , û wan amadebike bi şêweyekî yekgirtî bihêviya wê dema ku zimanê kurdî azad bibe , û mafên rewşenbîrî bidestkevin , dê mamosteyên ziman bi yekşêwe fêrkirina zimanê dayikê li dibistanên kurdî bikin .

Ji rexekî din ve , ev dibistanên kurdî bi pêwîstî mamosteya ne , (3-4) milyon kurdên Sûriyê bi pêdivêyî nêzîkî 2000 mamoste ne , ev yek jî divê ji armancên serekî yên vê saziyê bin , ku 2000 mamostê fêrker amadebike , û rêbaziya fêrkirinê bi şêweyekî yekgirtî lidarxîne  , daku dibistanên kurdî dagrin û bi yekşêwe fêrkirinê bikin dema ku gelê kurd mafên xwe yên rewşenbîrî bidestxîne .

Ev mamosteyên zimanê kurdî , dê di paşerojê de bibin sitûnên rewşenbîriya kurdî , ev sendîke dema nuha wek dibistanek gelerîye , ku îro berî sibe divê bê damezirandin û dest bi karê xwe bike , jibo pêkanîna van armancên jêrî :

1-      Tomarkirina navên mamosteyên zimanê kurdî yên ku amadene karê fêrkirinê bikin .

 

2-      Hilbijartina rêbaziya fêrkirinê bi şêweyekî yekbûyî .

 

3-      Lidarxistina xulên fêrkirina zimanê dayikê , nemaze ji nifşên nûhatî .

 

4-       Hilbijartina şagirtên jêhatî ji van xulan , û amadekirina wan daku bibin mamosteyên zimanê kurdî .

 

5-      Navtêdanê di navbera gel de belavbike bo fêrbûna zimanê dayikê , di riya dezgehên têvel .

 

Eger ev sendîke sazbibe , û xebatê jibo van armancan bike , dema ku zimanê me azad bibe , wê amadekariyên me tewaw bibin , û tu gelemşe nabin berpêk li pêşiya fêrbûna zimanê dayikê , jiber ku ev sendîke dê ronahiya hezkirina zimanê dayikê di dilê her mirovekî kurd de vêxe .

Rewşa zimanê dayikê li ba kurdên Turkiyê ji mere diyar dike , ku ew raya dibêje : (divê em li hêviya mafên xwe yên rewşenbîrî rawestin ta ku em dest bi fêrbûna zimanê dayikê bikin ) , rayeke şaşe , gelê kurd li Turkiyê piştî ku mafên xwe yên rewşenbîrî bidestxistin , lêbelê dibistanên wan vala man , herkuda ji nû ve saziyek damezirandin bi mebesta ku handanê bide gel bo xwe fêrî zimanê dayikê bikin , pêre jî mamostan avabike .

Eger em bîrewerbin ji dema îro re û ev guhartinên ku li hawîrdora me çêdibin , divê em dest bikar bikin berî ku em mafên xwe bidestxînin , em gelê xwe amadebikin ji çûna dibistanan re ,  jimarek baş ji mamosteyên zimanê kurdî amadebikin daku karibin gelê xwe ji nexwendewariya zimanê dayikê rizgarbikin , ev jî di riya damezirandina sendîka mamosteyên zimanê kurdî .

Salar Elo

salaraloo@gmail.com

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options