Share |

Reply to comment

 

 Roj bi roj xuya dike ku di vê  sedsalê de, wê Kurd ji vê rewşê rêzgar bi bê. Demê qale yekîtî û destkeftî kurdan dibe, yekser dewlatên mêtinger û dagirker têne bala mirov,ewna hewl didin û dixwazin  rê li pêşîya gelê Kurd bigrin û wan belav biki

n,ta ku karibin wan destkeftina têk bidin, Ji xwe ku ev destkeftî li kur dibin bira bibin, dixwazî bira li ser heyvê bin jî, mêtingerên gelê Kurd tehemûla vê yekê nakin, pîlan û xeftan li pêşî vedidin, bi gotneke din dema gotina Kurd û Kurdistan dikeve rojevê dagirker li hev di civin û di bin yek, ew hemû nakokiyên xwe didin paş çavan û pîlanan dirist dikin, ne tenê li ser parçekî Kurdistanê, li ser her çar parçeyan, balkêş e ku di dîroka dewleta Turkiyê û Êranê de di nav bera wan her dû dewletan de pêşbirkek her dem hebû, her yekî ji wan dixwest serkêşiya herêmê bike û xwedî rolek bandor bin, çi ji hêla siyasî, aborî û çandî be.     

                                                                            

Baş diyar e ku îroj li Kurdistana başûr dewleteke federal çê bûye. Li gorî dîtina min wê li wî parçî Kurd berve dewletbûnê ve biçine, lewra mêtinger hewl didin ku ev pêngav bi ser nekeve. Lê li gorî xuya ye ku wê dîrok xwe dubare neke, lê wê bixwazin wî parçeyî ji hêla aborî, çandî û siyasî ve bixin bin bandora xwe, bi taybetî dewleta Turkiyê û Êranê, ji ber ku nikarin û şansê wan nîne bi şêweyekî leşkerî mudaxele bikin, ev ya yekem û ya dûyem jî ber ku rewşa herêma rojhilata navîn di nav buhareke şoreşan û raperînan de derbas dibe, bi xwe re nexşeyeke nû diafirîne, her wiha ew û hêzên navnetewî jî wek berê piştgiriyê nadin wan, ji bo vê yekê her dewletek ji van dewletên dagirker di nava tirs û fikaran de dijîn,  ew nav rewşeke parastinê de ne.                                             

 

Hêjayî gotinê ye ku Kurd li her çar parçan îroj xwedî sazî ne, û bi rêxistin e, Kurdan ji hêla fikrî û rewşenbîrî ve sînorê heyî rûxandine, êdî diyalog û peywendî yê xwe di asteke pîroz dane, her wiha Kurd ji hêla sîyasî, hişmedî û dîplomatî ve li dinyayê xwedî roleke nûjen û berçav in, bê guman xwedî statû ne, li parçekî Kurd xwedî dewleteke federalî ne, li parçê mezin di astekê de bi rêk û pêk in, xwedî perlementer in û kaxezeke bingehîn di destê wan de ye ji bo pêşeroja Turkiyê, ji hêla çekdarî ve jî xwedî hêz in. Tê dîtin ku Kurd li Kurdistana rojhilat ew jî li ser piyan in û hebûna xwe diparêzin, xwedan sazî û rêxistin in, tenê li benda hin mercên navnetewî ne .

 

Belê îroj li Kurdistana rojava bi taybetî  û li Sûrye bi gelemperî  raperîneke gelêrî heye û derfeteke dîrokî li pêş Kurdên rojava ye, pêwîst dibînim hin babet bi kurtasî be jî, destnîşan bikim, niha aşkere ye hin dewletên dagirker û hin hêzên din çi navnetewî di be, çi herêmî de be dixwazin berjewendiya xwe bixin nav guhêrandinê ku di şoreşa Sûryê de çê dibin, her wiha hin ji wan hêzan alîgirê rêjîma Sûryê ne û rola "Rûs, Çîn û Êran"ê ber bi çav e, hin hêzên din jî alîgirên şoreşê ne, yên alîgiriyê dikin niyeta hinekan hîn baş ne xuya ye û ya hinekan jî baş xuya ye, di vê babetê de rola hukûmeta "Erdoxan" balkêş e, di destpêka şoreşa azadiya Sûrye de, Tirkiyê hêzên opozisyonê li cem xwe civandin û "Encumena niştîmanî ya Sûryê" ava kir, ku piraniya wan ji rêxistina  birayî misilman" pêk tê, û ew xistine bi insiyatîfa xwe, ta gihîşte astekê ku li ser axa xwe perwerde û alîkariya leşkerî dide "sûpaya azad ya Sûryê", armanca Tirkiyê ne tenê ku  di  pêşeroja Sûrya nû de îslamek librar ava bike, ku wek li "Tûnis, Misir û Lîbya" kirî, bê guman armanca xwe ya sereke ew e ku Kurd li rojavayê Kurdistanê negihin satatûyekê, ev yek roj bi roj zelal dibe, lewma em dibînin ku opozosîyona Sûryê beriay demekê di belgenameya xwe de ku wê bibe wek manîfêstoya rojên li pêş, di wê belgenameyê de mafê gelê Kurd li rojava nas nekir, li paş çavan xwe xistin û pirensîbên Neteweyên Yekbûyî ku di derbarê gelan de çi xuyakiriye binpê kir, ji ber vê serokê Encumena niştîmanî ya Sûryê "xelyûn" carekê dibêje: “Kurdên rojava wek penaberên Ereb yên li Firansayê ne), û beriya çend rojan dîsa bi xwîneke sar got: “Mafê Kurdan yê fedral xewn û xeyal e.” Ma gelo "Xely[n" ev cesaret ji parçebûna me girtiye? An dîroka rojhilata navîn nexwendiye, na ewî baş xwaediye û baş dizane.

 

Her wiha dagirker û Ajendayên xwe bi van kiryarên xwe tenê ranawestin, hewl didin ku nakokî, parçebûn û tevleheviyê bixin nav gelê Kurd.

 

Bi kurtî ji bo ku ev derfeta dîrokî ji destê gelê me yê rojavayê Kurdistanê  neçe, divê li hember van hemû lîstokên dagirkeran hişyar bin, pêwîstî heye ku hemû rêxistin û sazî jî dev ji berjewendiyên xwe yên şexsî û hizbayetiyê berdin û li aliyekî bihêlin, divê em dersan ji  ezmûna başûrê Kurdistana bigirin, me dît ku çawa partiyên başûr bûn yek di dema beiyaî hilweşandina rêjîma Sedam de, her wiha rewşa bakurê Kudistanê li ber çavên me ye ku çawa helwesta wan ya siyasî yek e, ji perlementerekî bigire ta partiyên wan, di derbarê pirsa bakurê Kurdistanê de hemû yek helwestê didin, bi rastî ev ne şîret in, ev rastî ne, divê hemû rêxistinên me helwesta xwe ya siyasî û dîplomatî bikin yek, heger ev yekbûn pêk nehê, wê pirsa gelê me yê rojava di çarçoveya hin mafên biçûk de bê çareserkirin, lê heger yekbûn di piratîkê de pêk were, wê ev sedsal bibe sedsala rizgariya gelê Kurd bi gîştî.

 

KamîanBedirxan73@Yahoo.com

  

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options