Share |

Reply to comment

 

Ji hestê dil û can ez narînkek botanî û koçerî  di rêsim û di rêka çand û wêje ya kurdî de di weşînim, û pêre gurzek sipasiyên şadîmaniyê ji  kombena nivîskar

û  rewşenbîrên kurd li sûriyê re û ji malbata Seydayê nemir (Mele Ehmedê Palo) re li ser wê baweirya mezin ya di bîroka dil û ramanê min de çandîn, û ez jî soza mezin di kakila baweriya wan de di çikilînim  kû ez li himber wê baweriyê bimînim da em hemî bi hevre xizmeta çanda xwe bikin, û alîkarbin di hemî doz û peymanên gel û miletî xwe de.

Helbet  ev  xelata pîroz û wate giran ne para min bi tenê ye, belê ez wê diyarî  hemî  nivîskar û rewşenbîrên kurd û xizmetkarên çanda me dikim, û diyarî bo giyanê seydayê hêja dikim yê kû jiyana xwe û temenê xwe di xizmeta çanda kurdî de derbaskirye, û ji hemî kesên malbata Palo re.

Sipasî bo hemî kes û heval û mirovên bi min re alîkar û dilsoz, bi taybet  malbata min, ew her sisê kulîkên baxê dilê min dixelînin, zarokên min (Dastan, Sazîn, Şêrîn), û bavê wan yê dilsoz (Ridwan Remo).

Serkeftin û pêşveçûnê ji gelê me re dixwazim, û bi hêvî me xweşî û azadî para me bimîne di pîşerojê de.

Sipasiyên zelal bo malbenda ( Apo Osman Sebrî), û hemî xwîşk û birayên amadekar û tilivizyonên kurdî û malperên kurdî û malbend û nivîsgehên bi rûmet re.

Gurzek awaz û sitranên semadar bo hunermendê hêja

(Seid Ferso) re bo amadebîna wî ya bedew.

 

 

Narîn  Omer

 

narinomer76@gmail.com

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options