February 4, 2025 10:42 PM
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo 34'emîn salvegera xwe roja 1 sibatê li Amedê şahiya pîrozbahiyê li dar xist. Komeleya Çandê ya Dîcleyê, îsal bi awayeke rengîn û şahiyeke bêhempa li Amedê ji bo 34 Saliya NÇM'ê şahî li dar xist.
January 14, 2025 03:13 PM
Şaredariya Peyasê bi hevkariya saziyên çand û hunerê şahiyek bêhempa ya “Sersala Kurdî” li dar xist.
December 2, 2024 08:52 PM
Pêşangeha Pirtûkan a 8 emîn ya Diyarbekirê bi hevkariya Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê û TUYAP ê hat vekirin. Pêşangeh di navbera 30ê Mijdarê- 8ê Kanûnê de li Navenda Kongre û Pêşangeha Navneteweyî ya Mezopotamyayê vekirî be.
December 1, 2024 11:27 PM
Bi dirûşmeya " bi rengên xwe emê jiyanê bi xemlînin " desteya Çandê li Kantona Cizîrê pêşangeheke şêwekariyê li navenda çand û hunerê a Mihemed Şêxo li Qamişloyê di roja pêncşembê 28-11-2024 li dar xist .
54 hunermend bi 54 tabloyan ji hemû bajarên kantonê beşdarî pêşangehê bûn .
Tabloyên xêzkirî mijarên jiyana civakî yên cur bi cur di nava xwe de girtin
November 28, 2024 09:46 PM
Berhema pêncan ya helbestvana Kurd Evîn şikakî ji Weşanên Nûbihar ê hat çapkirin û belav kirin .
November 23, 2024 08:43 PM
Helbestvanê Kurd Husên Hebeş xelateke wêjeyî ya navdewletî li bajarê Kalkuta yê Hindistanê wergirt.
Helbestvanê Kurd Husên Hebeş xelata wêjeyî ya navdewletî “CATAC” di Foruma Ramanwer û Nivîskarên Navdewletî ya ji bo Aştiyê 2024 de wergirt, ku li bajarê Kalkuta yê Hindistanê hat lidarxistin.
November 17, 2024 08:32 PM
Arjen Arî di 12emin salvegera wefata xwe de li Amedê ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn.
Yek ji nûnerên girîng ên wêjeya kurdî ya nûjen helbestvan Arjen Arî li Amedê bi çalakiya ku Weşanên Sor û malbata wî li dar xist de, hat bibîranîn.
November 14, 2024 04:05 PM
Yara Hesko ya ji bajarê Efrîna dagirkirî ye, yekemîn pêşangeha xwe ya her tabloyek hest û çîrokeke veşartî ya jinekê vedibêje li Amûdê vekir. Yara Hesko bi wêneyên xwe cih dide jiyana jinan a bandora dagirkerî, şer û êriş lê heye.
November 11, 2024 07:50 PM
Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) di bin diruşmeya “Bi sirûdên xakê û bi fermanên şehîdan ber bi şahiyê ve em erka xwe ya çandî didomînin” roja 8.11.2024an dehemîn Festîvala Çand û Hunerê li dar xist.li Navenda HRRK li bajarê Qamişlo.
November 4, 2024 09:42 PM
Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Weqfa Mezopotamyayê û şaredariya bajarê mezin yê Amedê, di roja şembê 2 mijdarê 2024 ji bo 40emîn salvegera oxirkirna Helbestvanê mezin yê Kurd Cegerxwîn li Navenda Çand û Kongreyê ya Amedê çalakiyeke bîranînê li dar xistin.
October 28, 2024 05:22 PM
Bi serpereştiya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, û bi hevkarî li gel Komela Çandî ya Hêlîn, hola Komela Çand û
October 21, 2024 10:11 PM
Gulistan Perwer li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah ya Hunerê wergirt, ku ew xelat bi destê Sînem Xan Bedirxan pêşkêşî wê hat kirin.
September 27, 2024 04:27 PM
Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.
September 21, 2024 03:50 PM
Nivîskar û kesayetiya navdar yê Kurd Bilal Hesen (Çolbir) di roja înê 20ê Îlonê di 91 saliyê xwe de li Almanyayê koça dawî kir.
September 19, 2024 03:29 PM
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê "Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî" ya sala 2024an roja şemîyê, 14ê Îlona 2024an dîyarî nivîskar, werger û lêkolînerê kurd yê qedirbilind Perwîz Cîhanî kir ji bo ked û xebatên wî yên demdirêj di warê çand û zimanê kurdî de û bi taybetî di warê wergera ji zimanê Farsî ber bi kurdî ve.
September 12, 2024 03:55 PM
100 wênegirên ji 9 welatan û 21 wênegirên Kurd îro di Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Wêneyan a Kurdistanê de wêneyên xwe nîşan dan.
Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Wêneyan a Kurdistanê li Hewlêrê bi rê ve diçe.
Festîvalê saet 17:00an a bi dema Kurdistanê dest pê kir û zêdetirî 100 wêneyan li xwe digire.
September 11, 2024 05:51 PM
Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Kobanî di heyama 3 rojan de û di navbera 6 û 9 Eylûlê li bajarê Kilzenkirchen ê Almanyayê berdewam bûn.
September 9, 2024 06:26 PM
Dema ku 47 salî bû, xatir ji me xwest, lê bi fîlmên xwe, bi kesayetiya xwe ya serhildêr, bi bîrdoziya xwe, jiyaneke bêhempa û têr û tije li pişt xwe hişt. Bi kurtasî jiyana wî mîna fîlmekî nekêşayî, bi hez û hêz û watedar bû.
August 29, 2024 04:16 PM
Li bajarê Qamilşlo li rojavayê Kurdistanê çalakiya bîranîna 34 saliya koçkirina dengbêjê Kurd yê nemir (Rifet Darî) hate li darxistin bi beşdariya hejmareke mezin ji xelkê bajarê Qamişlo û derdora wê û bi axaftin û stran çalakî bi cewşik mezin bi dawî hat.
August 29, 2024 03:16 PM
Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke sivîl ku wê îro roja pêncşemê 15/16.08.2024 li bajarê Tiflîsê paytexta Gutcistanê bi beşdarbûna 70 mêhvanî ji 16 welatan lidar bikeve".
August 8, 2024 05:13 PM
Ji bo bîranîna 11 li ser koçkirina helbestvan Şêrko Bêkes li ser gora wî merasim hat li dar xistin. Gelek hunermend, nivîskar û hezkiriyên wî lê amade bûn. Kurê wî Helo Bêkes got, "Ewê Muzexaneya Şêrko Bêkes vekin."
July 16, 2024 06:09 PM
Duyemîn Festîvala Xanî li Dihokê roja (Duşem, 15.07.2024) bi drûşmê “Civakeke rewşenbîr ji bo paşerojeke geştir” li Dihokê hat destpêkirin û ji bo dema du rojan berdewam be. Penelistên festîvalê jî vê pêngavê giring dibînin û du ji wan dibêjin, “Keltûr û rewşenbîrî civakeke saxlem çê dikin.
July 15, 2024 06:19 PM
Projeya Dengê Jinê ya Mezopotamyayê bi merasîmekê di roja yekşembê 14 tîrmehê li Qesra Îskenderpaşa ya dîrokî ya Sûra Amedê hat nasandin.
June 11, 2024 05:49 PM
Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Europayê bi hevkariya Komla Aso li bajarê Herne yê Almanyayê ahengeke taybet lidar xist ji bo rêzgirtin li çîrokên serkeftî di pêşbirka kurteçîroka kurdî.