Share |

Reply to comment

 

Cesare Pavese bi awayekî nemir gotibû: “Dê mirin bê û di çavên min re li te binihêre.”

 

Çîroknûs û romannûsê navdar, Helîm Yûsiv jî di berhema xwe ya nû, Ausländer Beg de, ya ku ji 28 kurteçîrokên wî yên nû pêk tê, dibêje û dibêqey risteya Pavese dupat dike û diçespîne:

 

“Her dem dengê ken reş bû.

Her dem rengê girî spî bû.

Di navbera reş û spî de jî, rengê xerîbiyê hebû.

Kirasekî di vî rengî de, xwe li jiyana min pêçabû û ew spartibû dîwarê mirinê.

Ne jiyana min bi dawî dibû, ne jî dest pê dikir.

Wisa rawestiyayî, ji xwe re, li her du çavên xweşik yên mirinê, dinêrî.”

   

Ausländer, ango biyanî, yê ku tevî zehmetiyên nebînayî, bi awayekî ji awayan xwe ji pêsîrtengî û karesatên welatê xwe rizgar kiriye û kariye xwe bigihîne welatekî Ewrûpayê yê mezin û pêşketî. Bi ser de jî ku ev ausländer yekî Kurd ê nivîskar be, li welatê xwe yê mişt bi reşebayiyan temenê xwe yê tijî têkçûn, tirs û xofa zik li ser biryara nivîskarbûnê, nivîskariya bi zimanê qedexe kirî ava kiribe, tûşî trajediya ku hem civaka wî hem jî hêzên dagirker tînin serê mirov bûbe û bazdana ji welêt ji xwe re kiribe deriyê felatê, bi peregendetî xwe gihandibe Elmanyayê, hatibe nava çandeke biyanî, zimanekî biyanî û şêwejiyaneke biyanî û ne mêvanperwer û ne xerîbdost, gelo çi rewşine, hal û hewaline trajîkomîk tên serê wî? Di bewerbungê de, daxwaznameya ku ji bo peydakirina kar tê nivîsandin, çawa çêdibe ku çênabe wekî kar “nivîskar” bê nivîsandin? Di nava keftelefta akincîbûnê û hewildana peydakirina kar de, ji bo ku yê ausländer bikaribe îqameya xwe bistîne, kîjan rê û rêbazên seyr diceribîne?

 

Nivîskarê bilîmet û jêhatî, Helîm Yûsiv, di pirtûka xwe ya kurteçîrokan a bi navê Ausländer Beg de, ya ku ji 28 kurteçîrokên bi navê wekîAusländer Beg û Dîwarên Asê; Ausländer Beg, Mêrê Du Jinan;Ausländerê Helbestvan, Ausländerê Ker, Ausländer Beg, Nivîskar e, Ausländer Beg, Welatparêz e, Ausländer Beg, Sen Türk müsün?, Ausländer Beg û Şoreş û Ji Bîranînên Ausländer Beg pêk tê, wêneyê Kurdekî ji ber şer, serêşî û dijwariyan ji welatê xwe reviyayî, bi şêweyekî realîst-trajîkomîk, bi zimanekî gelekî fesîh nîgar dike û reng e bê gotin ku bi vê zincîreya kurteçîrokên li ser destpêka qonaxa pêkhatina dîasporaya Kurd, berhemeke ku dê bi berdewamî bê xwendin diyarî zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî dike.

 

Weşanxaneya Lîsvê berhema Helîm Yûsiv a nû ya çaverê kirî bi şanazî pêşkêşî xwendevanên Kurdî û xwendevanên Helîm Yûsiv ên dilsoz dike. Ji ber ku di nava xwendina Ausländer Beg re dê bê dîtin ku Helîm Yûsiv berhemeke mîna wê berhema klasîk a navdar a nivîskarê Çek, Jaroslav Hašek, Şvaykê Şêrleşker, tevî destkeftiyên wêjeya Kurdî dike.

 

Her wiha, dê xwendevanên dilsoz bibînin ku nivîskariya Helîm Yûsiv a ji pirtûka wî ya pêşîn a bi navê Mêrê Avis dest pê kirî, hem bi rasteqînî hem jî bi honakî, gihiştiye kîjan qonaxê û ew ê reng e berê xwe bide çi aliyî.

 

Ausländer Ber

Helîm Yûsiv

Kurteçîrok, 176 rûpel

Sermawez 2011, Amed

Weşanxaneya Lîs

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options