Share |

Reply to comment

 cejna Newrozê li Emerîka

 

Bi boneya cejna Newroza pîroz revenda Kurd li iyaleta Ohayo ya Emerîkî ahengek organîze kir û hejmarek kesayetî û malbatên kurd yên kudistana Îran û Êraq û Sûrya tevlî wê bûn.

Beşdarên evê ahengê di axaftinên xwede bal kişandin ser wateyên Newrozê wekû rojeka pîroz û sîmbola azadiya milletê kurd li her cih û deverkê.

Ji aliyê xwe de çalakvan û rojnamevanê kurd Salih Demîcer di axaftineka xwe de ,ronî da ser şoreşa milletê Sûrya bi giştî û bi taybetî jî milletê kurd li sûrya li dijî zordarî û dîktatoriyê

Demîcer şoreşa ciwanên Sûrya pîroz kir û ji berayên Kurd ên hersê perçeyên Kurdistan yên din û dostên milletê Sûrya daxwaz kir ku piştgiriya şoreşa Sûrya bikin ,da ku  roja Newrozê bibe rojeka nûh ji bo  milletê Sûrya bi tevahî.

Di navbera axaftinan de amadeyên ahengê tevlî govend û dîlanên kurdî bûn û organîzeran hindek xelat jî li amadeyan belav kirin da ku nameyekê  raghînin û bêjin, Newroz cejna şahî û hezkirinê ye jî wek ku ew cejna azadiyê ye di dilê her kurdekî de li seranserî welatên cîhanê.

Segvan Xelîl

USA

26-3-2012

AttachmentSize
newroz-amrika1.jpg40.35 KB

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options