Share |

Reply to comment

Qesra dîrokî ya Cemîl paşa

 

 

    Şaredariya Diyarbekirê, Qesra dîrokî ya Cemîlpaşa vediguherîne Mûzexaneya Bajêr. Xebatên restorasyonê hindik ma biqede.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ev salek e Qesra Cemîlpaşa restore dike. Ji bo
danasîna qesrê îro li bi beşdariya Şaredarê Diyarbekirê Osman BAydemîr, nivîskar û malbata Cemîlpaşa bernameyek hate lidarxistin. 
Şaredar Baydemîr ku di konferansa Cemîlpaşa de axivî, diyar kir ku ew mîrateyên çandî û dîrokî weke zindiyan dibînin û ji bo parastina van mîrateyan ew ê tim di nava hewldanan de bin. 
Baydemîr, destnîşan kir ku dê Qesra Cemîlpaşa di navbera paşeroj û pêşerojê de bibe pireyeke çand û hunerê. Baydemîr, spasiyên xwe ji malabata Cemîlpaşa re pêşkêş kir û xwest jiyana di sedsala 20’an de neyê jibîrkirin.
Baydemîr, aşkera kir ku ew ê Qesra Cemîlpaşa bikin mûzexaneya bajêr. Mêvanên ku tevli konferansê bûn pêşî li Qesra Cemîlpaşa geriyan û piştre derbasî Mala Dengbêjan bûn û li dengbêjan guhdar kirin.
Qesra Cemîlpaşa ji salên 1700’î ve hebûna xwe diparêze. Lê piştî sala 1952’an di dîwar û avahiya qesrê de hin xirabe û texrîbat pêk hatin. Şaredarî hewl dide heman rengê berê bide qesrê û vê derê bike mûzexaneya bajêr.

md AKnews

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options