Share |

Reply to comment

Di 114 Saliya Rojnamegeriya Kurdî De... Konê Reş
 Konê Reş

 

 

   Bi helkeftina ku di 22 nîsanê de (2012), 114 sal di ser derçûna yekemîn rojnameya kurdî re derbas dibe. Ewa ku mîr Miqdad Medhet Bedirxan li Qahîre, bi navê (Kurdistan), çap û belav dikir, kêfxweş dibim ku ez vê panoramayê li dor weşangeriya kurdên Binxetê ji xwendevanan re raxînim, di gel ku ez cejna rojnamevanên Kurd pîroz bikim.

 

Bê guman di wiha xepartin de, li dor weşangeriya kurdî di Binxetê, mirov nikare çavê xwe ji çalakiyên weşangeriya destxetî ya ku şêx û melayên kurdan di binxetê de pê radibûn, bigire.

   Bi saya destnivîsên wan, gelek berhemên helbestvanên navdar ji windabûnê hatin parastin, mîna dîwana melayê Cizîrî, Nehcelenama Mele Xelîlê Sêrtî, helbestên Feqehê Teyran, Mem û Zîna Ehmedê Xanî..hwd

Hem jî em nikarin çapxaneya ku bihiştî Hisên Hiznî mukiryanî di sala 1915 an de li Helebê damezirandibû di ser guhên xwe re bavêjin.. Û ya herî giring, em nikarin di ser kovara Hawarê: (1932-1943) û weşanên wê re biqevêzin-(Ev weşana ku yekemîn û dawîtirîn  kovara kurdî ye di nav kurdên Binxetê de ku bi destûr hatiye weşandin, di pey re ziman û weşanên kurdî bûne qedexeye ta roja îro..)-Hem jî em nikarin di ser kovara Ronahî(!943-1945)re derbas bibin.. Bi saya Mîr Celadet Bedirxan weşana kurdî destpêkiriye û wiha kerwanê weşangeriya kurdî dûrêzî hev bûye ta roja îro..

   Belê gelek kelem û asteng di pêşiyê de hatine danîn, nexasim piştî ku Firensî ji sûriyê hatine deranîn di sala 1946an de, ji wê hingê ve zimanê kurdî qedexe ye, nivîsandina bi zimanê kurdî qedexe ye ta ku nivîsandinên bi zimanê erebî li dor kêşeya kurdî qedexe ye.. Û wiha ev qedexebûn berdewame ta toja îro..

Lê tevî van qedexeyên dijwar rewşenbîrên kurdan li ber xwe dan û ji desthilanîn neketin; di sala 1958 an de dîwana melayê Cizîrî weşandine, di sala 1956 an de dîwana Apo Osman Sebrî (Bahoz), hem jî (Derdên me), di navbera salên1954 û 1956 an de û (Çend rûpel ji wêjeya kurdî) ya rehmetiya Rewşen xanim Bedir Xan.. Hem jî di wan salan de bîranînên Dr. Nûrî Dêrsimî li Helebê hatin capkirin û di heman demê de hatin qedexe kirin, di gel dîwana Cegerxwîn ya didiwan.. Û wiha heyamekî bê dengiyê di wan çend salan re di ser weşangeriya kurdî re derbas bû.. jixwe çîroka bilî belavokên rêxistinên me yên bi dizî, çîrokek dirêj e..

Tevî vê rewşa aloz, di sala 1968 an de Cegerxwîn kovara (Gulistan)weşand û di sala 1973 an de dîwana xwe ya sisiyan (Kîme Ez), li Beyrûtê çap û belav kir... Di sal 1979 an de kovara Gelawêj hat weşandin, di sala 1983 an de kovara Stêr, di sala 1983 an de Xunav û her wiha Gurzek Gul di sala 1989 an de, Zanîn di 1991ê de, Aso di 1992 an de, Pirs di 1993 an de, Bihar di 1994 an de û di pey wan re Rojda, Zevî, Deng, Newroz, Delav, Xwendevan, Jîn..hwd.

Ji sala 1990 û bi virde, hinekî çavgirtin ji çapkirina pirtûkên bi zimanê kurdî hat girtin. Di wan salan de gelek dîwan, kovar, pirtûk hatin weşandin, ew jî bi dizî û heger bi hatina girtin cezayê wê mezin bû, lê ji berî çend salan ve, nexasim piştî yasayên çapemeniyê di sûriyê de derket, ew rêka çûk jî ji ber me hat girtin, tevî ku di wan salan de me li Şamê çap dikirin û me li ser wan datanî ku li Beyrûtê hatine çap kirin.. Xwediyên çapxaneyan jî gelek pere ji me distandin, bi behana ku ew tiştekî qedexe ji me re dikin..

Vêca niha, em ji neçarî çavê xwe berdidin kurdistana başûr û dervî welat (Eurûpa, Amedê û Stenbolê), ku em li wîr berhemên xwe çap bikin, hem ji ber qedexbûna ziman û hem ji ber buhayê çapkirinê...

Dawî dibînim ku, weşangeriya me bi qedexebûna zimanê me ve girêdayî ye, pêşketina ziman û weşangeriya Kurdî li BinxetêBi qedexebûna ziman ve girêdayî ye, çendî qedexebûna ku li ser zimanê me heye rabe, wiha wê weşangeriya me bi pêş keve û çendî weşanxaneya me bi pêşkeve wiha jî wê zimanê me bi pêşkeve..

Di baweriya min de roja dawiya van asteng û arîşeyên ku di pêş weşangeriya kurdî de li Binxetê heye nêzîk dibe, em li hêviya wê rojê ne, ew roj nêzîke, ne dûr e.

Konê Reş

Qamişlo

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options