Share |

Reply to comment

Mano Xelîl

Filmê Mano Xelîl yê bi navê ‘ Baxçeyê buhuştê’ bû yek ji 6 filmên ku ji aliyê saziya CIVIS ya Ewropa ve bo xelatê CIVIS Mediapreis a Euroî hatin hilbijartin.

Roja 9ê Gulanê bi beşdariya gelek rojnamevan û siyasetmedarên Ewropî   wê diyar bibe ka ji van 6 filman kîjan hêjayê xelatê were dîtin. 

Merasima xelatê  ku wê herwiha bi awayeke zindî di hin kanalên TV yên Almanî de were nîşandan, wê roja 9ê gulanê li Brukselê,li paytexta Belcîkayê  li parlemena Ewropayê pêk were. Xelat raste rast jialiyê serokê parlemenê  Martin Schulz ve tê  pêşkêşkirin.

Derhéner Mano Xelîl ku ewê bi xwe jî wê şevê di merasimê de amadebe, dibêje : ‘Ya herî girîng ewe ku film ji 631 Film û program ji 25 welatên Europî weke berendam hatiye hilbijartin. Ev jî hema xelata her mezine. Lê dîsa jî hêvîdarim ku filma me were hilbijartin. ‘

Filma "baxçeyê buhuştê", li paytexta Swissre Bernê berî du salan hatiye kişandin û li ser xebat û jiyana rojane ya kêmenetewên li vê welatî hatiye çêkirin. Ev Fîlm di Festîvala Berlinalê ya 2011 de hatibu nîşandan  û herwiha   li Paytexta Swîsre,  Bêrnê hêjayê xelata mezin ya "Prla" hatibû dîtin ku . Ev xelat di sînemayê de xelata herî mezin ya Swissre ye. 

Résistina CIVIS ya Medyayê ku bi hevkariya hin saziyên Medya Ewropî û rêxistinên Ewropî karê xwe dimeşîne, ji sala 1987an vir ve, hersal di gelek beşan de bi armanca tekoşîn ali hemberî nijadperestiyê û pêşxistina entegrasyonê, xelaté dide berhemên sinemayê û bernameyên televizyonê. 

Merasima xelatê   wê êvara 9. Gulanê seat 19.30ande li ser televizionen ARD û WDR bi zindî ji aliye spîkera Alman a navdar Sandra Maischberger ve  bê pêşkêşkirin.

 

LINK:

http://www.civismedia.eu/index.php?id=2&L=1

http://www.civismedia.eu/index.php?id=2&L=0

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options