Share |

Reply to comment

Yekemîn rojnameya wêjeyî û çandî, bi du zimanan kurdî û erebî ji weşanên H.N.R.K.S derdikeve

Komîta birêvebir a Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî bi helkeftina damezirandina nehsaliya xwe, her wisa bi bihaneya salvegera 114an a rojnegeriya kurdî û roja cîhanî ya azadiya rjnamegeriyê, biryar da ku rojnameyek wêjeyî alektronî û pelikî derxîne.

Rojname bi du zimanan e, kurdî û erebî, navê wê ‘’Pênûs’’e, ewê bendewariyê bide berhemên nivîskarên kurd, ew ê demikî mehê carekê derkeve. Deriyên wê ji hemû pênûsên nivîskarên hindur û derveyî welêt re vekiriye.

Komîtek demikî ji sernivîseran ji bo her du beşan kurdî û erebî ji nivîskarên hindur û derve hatiye damezirandin, taku li piştî kongireyê Hevbendê komîtek timî ji bo rojnameyê bê hilbijartin.

Rojname ji ana ve pêşwaziyê li nivîs û berhemên we, çi bi erebî çi jî bi kurdî bin ji bo jimara ‘’0’’ a 15ê gulanê dike.

Hêjayî gotinê ye ku Hevbenda me di wextek nêzîk de kovarek wêjeyî û çandî derdixîne.

04/05/2012

Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

Maila rojnameyê: Rojnameya.penus@gmail.com

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options