Share |

Reply to comment

 

Vê sibehê,

Tu Amûda min î

Tu lorîn û dergûşa sirûda min î

Tu pirtûk û ferheng û xwîna zimanê min î

Tu baskên rojê û zîveewrên esmanê min î

Tu dîna min î

Tu vîna min î

Tu şadî û tu rûpelên şîna min î

Tu xewn î

Tu xewrevîn î

Tu Amûda min î

Û di dilikê dilê min de

Naziktirîn birîn î.

 

Vê şevê,

Sûr û kelehên te,

Bi kevirên reş,

 di dilê xwe de ava dikim,

Şûrên xwe bi bêrîkirina te sû dikim,

ava te ya ji êgir vedixwim,

bi te re dikenim,

bi xwe re digirîm,

çavên xwe di nav destên te de dirijînim,

spasiya darbesta xwe dikim,

spasiya şehîdên nasnameya te dikim

destên xwe yên ji tûtinê li ba dikim,

û ji karwanên te re dibêjim:

şev baş ey girî!.

(JI BO ÇELROJIYA NEBÎH)

Çel roj derbas bûn,

Ma tu ha jê heyî ku,

Çend tayên reş ên porê serê min ên ku ji ber destên qederê mabûn, ew jî spî bûn..?

Ma tu ha jê heyî her ku,

Ciwanekî xweşik dibînim tu têyî bîra min?

Ma tu ha jê heyî ku,

Tu nema bi hevalên xwe re ji dibistanê vedigerî û nema ji nişkê ve xwe davêjî himbêza min?

Ma tu ha jê heyî ku,

Sibê ez dê li odeya te bim, lê tu yê ne wir bî,

Ne xem e,

Ez dê werim cem te,

Gulekê li ber sere te deynim û xwe jî

Bi daristanên êşê rapêçim!

Vê sibehê,

Mija xewnê hinarkên te xweşiktir dike,

Giyanê xwe yê şkestî di nav destê te de ji bîr dikim,

Di daristana porê te de qublenameya xwe wenda dikim,

Temenê xwe radestî ewrên gulava salên te dikim,

Mirovekî baskokirî dixwaze ber bi esmanê kenê te ve bifire,

Mirovekî sergêj dixwaze di kûrahiya êşa te de raze,

Mirovekî ji mijê

Ew jî mina te,

vê sibehê

Bêriya bîna hineya porê diya xwe dike!!

 

Vê sibehê,

Ji dûr ve, ber bi daristanên dilovan ên êşên te ve têm..

Bîna şewatên te ji gavên min difûre,

Di nav destên min ên lerzokî de çîrokên te ji dayik dibin,

Li ser milên min firîşteyên te direqisin,

Di zimanê min de şopa navê te wenda dibe,

Di çavên min de,

çûkên sibehê li hêlînên xwe dinêrin û bêdeng dimînin.

Û di dilê min de jî, ewrên bêrîkirina te brûskan vedidin..

Vê sibehê,

Çendîn dizanim ku ez dê poşman bibim jî,

Lê dîsa ber bi daristanên êşên te yên xweşik ve têm..!

 

Bo Tayip Temel!

Vê şevê,

Amedê,

dergehên xwe di rûyê karwanê (Muradê Çaran) de asê dike,

Di navbera (Karwan Sarayê) û (Deriyê Çiyê) de,

bi tenê dûmana laşên şewitî

Û destmalên sor ên xwîna min û te li ba dibin..

Tu karwanan ber bi daristanên xewnê ve radikişînî,

Ez jî asoyên lajiwerdî yên Behra Wanê

di nav destên bazirganan de hihêlim..

De qîrîna bajarên xwe, di gewriya xwe de,

bi destên şevistanê bikuje..!

Û di paş wan dergehên asê de;

yên ji hişê Amedê,

stirana bêrîkirinê ji dîwaran re bibêje,

Û ji celadan re jî

behsa xwedawendên ronahî û azadiyê bike!

 

13. 04. 2012

 

ehmedehuseyni@live.co.uk

 

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options