Share |

Reply to comment

 

 

Sikeyê salan pestandî

di singan de kok bî genî

vê serdemê

kêliyên xewnên bê çare 

di hundurê tarîstanê de vêxistin

kuştinê deryên jiyanê vekirin

Textê bêbextiyê derizî

Paytext  îro ji mirinê

kêferatê vala dike   

Li dijî hatina rojê

Van desthilatdarên rizî

mirovhovên xwe yên tengav

çavsor kedî  

li her rexî    

zingarê li xewavêtiyan werdikin

bi hesanên Kayser û Şah tûj dibirin 

Palehiya mirinê ye

Ber bi korahî di drûn

Verêj li qadan bîn kidîş

(Kal û tifal,zarok û jin,sîpe û xort,,,,,,)

Êtûn bi ter û hişk ve çû

Xwîn bûye nexşê bergên me

hêlma dengvedana janan e di fûre

Dû bî çeper tav nixumand

Danî li ber destên cîhanê

Pirsgirêka şehitî !

Kî di biparêze looo?

Kî vedike vê girêk ê

Kanî bikirên mefayan

Bazarvanên bêhodeyê

Li kûne serwextên çav negirtî

Parêzvan,,

Berevan ên

Xaniyê maf û şihînê.

 

Bar ket ber devên xwîniyan

Tu li ser vejandina birînan dijî

Tu di vejî li ser jenandina birînan

Bisk werandî por spiyê

Çend caran em ê piştî te bimirin

Bê hêjmar em ê ji te re gorîbin

Lê çend caran çûna te me di mirîne 

Serşûyên xwînê kazibê spî dikin

Bes bikêşe

hêza te xweşmêr li pêşin

piştevanên tengaviyê

Çavên bê xîret şikandin

Berika xwîna xwe raxistin

ketin liqata barkêşiya pêncî salî

Jinjîr ê rometbirîndar fêrisin 

sêwiyên giyan ser destan na rawestin

ne li mirinê

ne li girtinê

ne li kuştinê

Li keziyên te xwe honandin  

sibeh bi destan girtin   

tev hostayên kavilê tene

tiberika nemirî tu

hembêza jîn û mirinê

Birû çiyayî tav ji pişt tê

Dêmên te çerxa heyîv ne

çav kaniyî şînî liber tê

dev birçiya azadiyêyî lorî jê tên.

 

  16,01 12

Nizar-di@hotmail.de

 

Reply

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd>
  • Lines and paragraphs break automatically.

More information about formatting options