Share |

nûçe

      Bi bihîstina nûçeya koçkirinaSerokê Federasyona Navnetewî ya Kurdên Sovyet, ûSerokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Prof.Dr Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev ku di roja Yekşemê 8ê Tebaxa 2021 ji egerê nexweşiya Kovîd 19 li bajarê Almata yê Qazaxistanê di 74 saliya xwe de koça dawî kir.

    Jina kurd a berxwedêr Gula Mixko Nemir ku wekî Dayê Gulê tê nasîn li bajaroka Sinûnê ya Şengalê hatiye dinê. Dema çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê gelawêja 2014'an de êrîşê Şengalê dikin dixwazin wê li çerxerêya Sinûnê bigirin lê Dayê Gulê ji bo nekeve destê çeteyan ber xwe dide.

  Yekemîn Festîvala Navnetewî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê 25 Tîrmehê bi rê û resmeke taybet bi dawî hat. Di heyama 4 rojan de 35 fîlmên Kurdî bi jêrnivîsa Rûsî hatin pêşandan. Hemû derhêner û akterên ku di festîvalê de amade bûn bi bi `xelateke taybet` a festîvalê hatin xelatkirin.

 Li Diyarbekirê bi hunermend û nivîskar Keremo re, şeveke xwendina helbestan hat lidarxistin û di şevê de, gelek hunermend, nivîskar û siyasetmedarên Kurd berhev hatin. Di şeva ku bi navê “dîwana helbestên êş û evînê” hat lidarxistin de, li gel xwendina helbestên Kurdî, muzîk jî hat peşkeşkirin.

        Hejmareke hunermend û dengbêjên Efrînî srtaneke hevbeşî ya bi navê Eşqa Te Yar tomar kir û Komîna Sînema ya Avrîn jî klîba wê stranê amade kir. Hunermend Neîm Şebab peyîv û awazên stranê danîne û Rênas Kurdax belavkirina muzîkê û Mihyedîn Erselan jî derhênerîya klîbê kiriye.  

    Bi amedebûna gelek nivîskar, mamoste yên zanîngehê, nûnerên Yeketiya Nivîskarên Kurdistanê û nûnerê wîzareta Roşenbîrî şeva Ahenga îmzeya pirtûka helbestvan Mihemed Hemo ya bi navê ‘Di Şîna Evînê de’ li bi rêve çû.

  Di roja 3 hizêranê 2021an de Hunermend û rojnamavan Rodî Tehlo ciwanekî kurd ê bajarê Qamişlo ye, pêşengehek wênayên xwe vekir bi navê (çîroka gelekî) û daxaz dike ku gelen herêmê bi hevre bijî û hemî pêkhatî wek hev bin û bi biratî bijîn .

    Hunermend Destan Doxan albumeke nû belav kir. Doxan berhemên kevn bi şêwazekî nû pêşkêş bike.   Hunermend Destan Doxan di albuma xwe ya nû de zimanê kevn vedigerîne û bi giyaneke nû divejîne.   Destan Doxan berhemên hunermendên berê wek xwediyên wan çawa xwendine, lê vê carê bi şêwazê muzîka hemdem pêşkêşî guhdaran dike.

    Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê li Çand û Hunerê ya Navenda Mihemed Şêxo sêyemîn Foruma Hunerên Bedew bi dawî bû.   Foruma ku ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ser bi Rêveberiya Xweser hatibû sazkirin di 6ê Gulanê de li bajarokê Tebqayê dest pêkir.  

    Nivîskar, lêkolîner û parlamanterê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Profesor Kadrî Yildirim, roja Înê 26-3-2021  li Amedê koça dawî kir. Yildirim, Roja Çarşemê jiber celteya mêjî li nexweşxaneyê di servîsa nexweşên giran de dihat derman kirin. Yildirim di meha donzdeh, Berfanbarê de bi nexweşîya COVID-19 ketibû, lê jinûve qenc bûbû.

Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, li Amedê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê

  Kovara edebî, hunerî, çandî û civakî Bernamegeh bi hejmara xwe ya 

    Îsal xelata hunerî ya Mamlê didin hunermendê navdarê kurd Dilşad Seîd.   Sentera Hunerî ya Mamlê, ku her sal hunermendeka/î serkeftî û afrîner xelat dike, îsal jî biryar daye xelata hunerî ya Mamlê bide hunermendê navdarê kurd Dilşad Seîd.  

Juriya ku ji 20 kesan pêk hatiye, ji bo malpera diyarname.comê serkeftîtirîn klîba salê ya bi kurdî hilbijartiye. Li gorî hilbijartina jüriye, serkeftirîn klîb, “Nazê Nêrgiza Hewşê” ya Hunergeha Welat e. Malpera diyarname.comê "serkeftîtirîn klîba salê ya bi kurdî hilbijartiye.

Weșanxaneya Nûbiharê salnameya xwe ya 2021an jî derxist û gihande ber destê xwendevanan. Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene:

Hunermend Mihemed Elî Şakir wefat kir. Wî gotinên gelek stranan nivîsandibû, stranên wî ji aliyê Mihemed Şêxo, Mehmûd Ezîz Şakir ve hatibûn xwendin.

  Însîtuta Çanda Kurdî ya Vîyanayê ev sêl sal in bi navê "Xelata Şerefname" xelatek dide kesên ked dane zimanê kurdî û îsal ji ber ked û xebatên wî yên di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de nivîskar Konê Reş hêjayî vê xelatê hat dîtin.  

  Şanoya Bajêr a Amedê ji bo Meclîsa DTSO’yê û Meclîsa Jinan a DTSO’yê lîstika “Hema Hema Jin Elizabeth” da nîşandan.

  Berhema bi navê “Xewna Giran” a hunermend Tara Mamedova derket. Mamedova berhemê û klîba “Xewna Giran” jî li ser platformên dijital da belavkirin.   Berhem ango albûma bi navê “Xewna Giran” a hunermend Tara Mamedova derket. Albûm li ser platformên dîjîtal bi muzîkhezan re ye. Mamedova klîba strana “Xewna Giran” jî çêkir û li ser YouTube da parvekirin.  

Roja 16-11-2020`an, 20`mîn salvegera koça dawî ya Ehmed Kaya ye.   Hunermendê navdar û naskirî yê Kurd nemir Ehmed Kaya, di roja 16 Mijdarê ya sala 2000`an de, li bajarê Parîsê Paytexta Fransayê koça dawî kir.  

Li Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Mezin ên Stenbolê, şanoyek bi Kurdî “Bêrû” ya Teatra Jiyana Nû (TJN) di 13ê Cotmehê de, wê li ser dika Gazîospanpaşayê were lidarxistin.

  Li Amedê 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê dest pê kirin. Mêvanên bernameya yekemîn nivîskar Abdulla Peşêw û nivîskar-psîkolog Gunduz Vassaf bûn.

Rojnamevanê bin nav û deng Kamîran Mer’î  ji egerê nexweșiya Korona yê li nexweșxaneyke bajarê Hewlêrê li êvara roja çarșembê 30-10-2020 canê xwe ji desta .