Share |

nûçe in "Edebî"

Duh 24.08.2013 li Qahîreya paytexta Misirê Useyma Bedirxan keçhilya mîr Celadet Alî Bedirxan û Rewşen Bedirxan û xuşka mezin a Sînemxan Bedirxan koça dawî kir. Duh 24.08.2013 li Qahîreya paytexta Misirê Useyma Bedirxan keça Celadet Ali Bedirxan û Rewşen Bedirxan û xuşka mezina Sînemxan Bedirxan koça dawî kir.

  Di roja 22.08 2013an de 40 sal di ser koçkirina lehengê Kurd Dr. Nûrî Dersimî re derbas dibe. Berî ku Dr. Nûrî Dersemî here ber dilovaniya Xwedê, wî di sala 1964 an de, ev nivîs li ser kêla gora xwe nivîsand: Dilbirînê Bi Nalîna Welat Mihemed Nûrî Kurê Mella Îbrahîm Colik Oglo

Roja yekşembê 4/8/2013 li nexweşxaneyeke welatê Swêdê, helbestvanê navdarê Kurdistanê Şêrko Bêkes ji ber nexweşîya şêrpencê giyanê xwe ji dest da. Şêrko Bêkes, helbestvanekî bi tiwane û bihêz bû, lawê helbestvanê mezin yê Kurd Fayeq Bêkes bû, di sala 1940 li bajarê Silêmaniyê ji dayikbûye.

Îro dîsa careke din, tevgera rewşenbîriya Kurdî bi xemek giran re roj ava kir. Mixabin kesayetiya rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, welatparêz, pêşmerge û siyasetmedarê Kurd, Felekedin Kakeyî, îro li me malavayî kir.

  Rêzdar Aref remezan rêvebirê dezgeha Sema ya çandî û Hunerî, wekî karzazek Kurd evro 6-7-2013 bû mêvanê Rojnamevan Dilbixwîn Dara li ser Kenala Rûdaw tv,

Amadekariyên 1'emîn Festîvala Zozanan a Ehmedê Xanî ku bi organîzasyona Şaredarî û Rêxistina BDP’ê ya Çelê li dar dikeve temam bûn. Festîval dê di navbera rojên 24-25’ê vê mehê de li  Zozana Deşta Xanê ya ku Ehmedê Xanî lê dayik bûye li dar bikeve.                            

3. Mîhrîcana Feqiyê Teyran a ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Muksê ve tê organîzekirin dê di 8'ê hezîranê de dest pê bike.

4'emîn Pêşengeha (Fûara ) Pirtûkan a Amedê roja sêşembê 14 gulanê hate vekirin û heta 19 vê heyvê wê berdewam bike. Di vê fûarê de wê li dor 300 nivîskarî amade bin û beşdarî çalakiyiyan bibin, û ji wan li dora 100 nivîskarên kurd di panel, gotûbêjan de wêderdikevin pêşberî xwendevanan.

Di Fûara Pirtûkan a Amedê de li dor sed nivîskarên kurd di panel, gotûbêjan de derdikevin pêşberî xwendevanan. 4'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê îsal di navbera 14-19'ê mehê de li dar dikeve. Di fûarê de wê li dor 300 nivîskarî amade be û beşdarî çalakiyên wekî panel, gotûbêje, helbestxwendin û rojên îmzeyê bibe.

Nivîskar Helîm Yûsiv bû mêvanê "Rojên Xwendinê" ya ku Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê û Kurd-Akadê li dar xist.

    Serokê PEN’a Kurd Dr. Zerdeşt Haco û sekretera PEN’ê Dr. Bêrîvan Doskî, aşkera kirin ew dixwazin navenda xwe ji Almanyayê bînin Amedê. Li Amedê jî komek nivîskarên kurd lijneyek ava kiribûn û ji bo li Amedê PEN’ê ava bikin serî li PEN’a navneteweyî dabûn.

  Nivîskarên kurd li Amedê ji bo bîranîna helbestvanê bi nav û deng Arjen Arî bernameyeke yadkirinê li dar xistin. Heval û hogirên Arî di evê bernameyê de, ew bi helbestan bi bîr anîn.

  Bi helkeftina ku di roja (05.01.2013)an de, 98 sal di ser roja bûna rewşenbîr, helbestvan û têkoşerê kurd Osman Sebrî re derbas bû û her wiha ku îsal jî 20 sal di ser roja mirina wî re derbas dibe, bi min xweş e ku ez bi van çend gotinan Apo Osman Sebrî bi bîr bînim.

  Di rojên 5-6/12/2012ê de dîdara medyakarên ji Bașûr û Rojava bi beşdarbûna bêtir ji 200 medyakaran li jêr dirûșma “Ji bo karkirina li ser rola medya di projeya aștî û demokratiyê de li rojavayî Kurdiatanê” li bajarê Duhokê hate li dar xistin.

    Di êvareke şevbêrka helbestê de bo helbestvanên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Duhokê, çendîn helbest hatin xwendin.     Ev bizav doh yekşemê di çarçoveya çalakiyên werzê zivistanê de, yên Yekêtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê li hola heman saziyê hat pêşkêş kirin.  

Malbat û dostên helbestvan û nivîskar Arşevê Oskan bi dilekî xemgîn nûçeya wefata wî radighînin. Arşevê ku di roja yekşemê 25.11.2012an de li Hamburg-Elmanya, piştî kêferatek dirêj bi nexweşiyêre, çûbû ser dilovaniya xwedê. Behiya nemirdê di rojên şemî û yekşemê, 01-02/12/2012an de li Bremen-Elmanya, katjimêr 12.00-22.00,  li ser navnîşana li jêr li dar keve:

  Helbestvan û nivîskar ê kurd Arşevê Oskan, di şeva(25.11.2012)  li bajarê Hamburgê yê Almanya , piştî demek dirêj ji nexweşyê cavê xwe li jiyanê girt û wefat kir . Arşev Oskan di sala 1967 an de ji dayik bibû,  li gundê Bîrkinêsê li bajarê Dirbêsiyê li rojavayê Kurdistanê .

        Bi çavdêriya serokê hikumeta herêma Kurdistanê Yekîtiya nivîserên kurd, (Dîdara romana kurdî) li Duhokê 22 -24 /11/2012. -------------------------------------------------------------- Bernameya kar ya dîdarê:

     20. Mîhrîcana Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî, di 17 Mijdarê de li bajarê Almanyayê Bochumê hate li darxistin. Di mîhrîcana îsal de ew kesên ku di beşên cur be cur de heta niha xelat wergirtine tên eşkerekirin.  

  AVESTA DI NAVBERA 17-25 MIJDAR 2012AN DE LI 31. FUARA KITÊBAN A NAVNETEWÎ A STEMBOLÊ LE BENDÎ WE YE! MÊVANÊ ÎSAL JAN DOST E! JAN DOST DU ROJAN KITÊBÊN XWE ÎMZE DIKE Û 25Ê MEHÊ BI NAVÊ “ZIMAN DÎROK Û NASNAME”KONFERANSEKÊ DIDE. SALON 2 NO 211 A Axaftin / Söyleşi:Ziman Dîrok û Nasname / Dil Tarih ve Kimlik Beşdar / Konuşmacı: Jan Dost

    Roja pêncşembê 15-11-2012  li bajarê Silêmanî, bi navnîşana ``Ciyawaziyekan le Terîfey Gelawêj da Dedrewşinewe`` şazdemîn festivala wêjey ya Gelawêj hate sazdan.  

  Mehrecana Helbesta Kurdî li welêt îsal ne di 28ê cotmehê de li dar ket, belê ji ber sedemên ewlekarî di 02.11.2012an li Dêrka Hemko û bi amadebûna cemawerek mezin û gelek helbestvanan li dar ket.   Mehrecanê îsal helbestvanê kurd Frehad Içmo xelat kir wexta xelata îsal a Mehrecanê diyarî wî kir.  

  Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê roja yekşemê li dibistanên fermî perwerdeya bi zimanê kurdî dide destpêkirin.  

  Helbestvan Arjen Arî ku ev demek e ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, çû ser dilovaniya xwe.