Festîvala Fîlman a Zagrosê ku navê xwe li çiyayên Zagrosê girtiye, wê di tevahiya meha sibatê de 20 fîlman bêpere pêşkêşî temaşevanan bike.
Festîvalê di 1ê sibatê de dest pê kir. Di festîvalê de fîlmên ku bi zaravayên cuda yên kurdî hatine kişandin hene. Hemû fîlm dê bi jêrnivîsa îngilîzî bên nîşandan.
Wek rêzgirtin li kar, rol, xebat û berhemdariya Hejar Mukriyanî, Yekemîn Dîdara Salane ya bi navê “Dîdara Hejar” li Hewlêrê tê lidarxistin
Yekemîn Dîdara Hejar, bi beşdariya nivîskar û rewşenbîrên ji çar parçeyên Kurdistanê, roja 22ê Şibata 2025an li bajarê Hewlêrê tê lidarxistin.
Dilê mine bêyî te nahewe
bi arê dûrbûna te dikewe
tu bi tenê sermyana vî dilî
her tişt bê te pûç e û derewe
pirsyanê çare nekir çarnikêr
xincî xirabê vî dilê bêkêr
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo 34'emîn salvegera xwe roja 1 sibatê li Amedê şahiya pîrozbahiyê li dar xist. Komeleya Çandê ya Dîcleyê, îsal bi awayeke rengîn û şahiyeke bêhempa li Amedê ji bo 34 Saliya NÇM'ê şahî li dar xist.
Selîm Temo, ji bo 10. salvegera rizgarkirina Kobanê pirtûkek çap kir ku navê xwe Hilbe Kobanî ye. Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Darayê ve di roja salvegera rizgarkirina Kobanê de hat weşandin.
Pêşangeha Pirtûkan a 8 emîn ya Diyarbekirê bi hevkariya Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê û TUYAP ê hat vekirin. Pêşangeh di navbera 30ê Mijdarê- 8ê Kanûnê de li Navenda Kongre û Pêşangeha Navneteweyî ya Mezopotamyayê vekirî be.
Bi dirûşmeya " bi rengên xwe emê jiyanê bi xemlînin " desteya Çandê li Kantona Cizîrê pêşangeheke şêwekariyê li navenda çand û hunerê a Mihemed Şêxo li Qamişloyê di roja pêncşembê 28-11-2024 li dar xist .
54 hunermend bi 54 tabloyan ji hemû bajarên kantonê beşdarî pêşangehê bûn .
Tabloyên xêzkirî mijarên jiyana civakî yên cur bi cur di nava xwe de girtin
Helbestvanê Kurd Husên Hebeş xelateke wêjeyî ya navdewletî li bajarê Kalkuta yê Hindistanê wergirt.
Helbestvanê Kurd Husên Hebeş xelata wêjeyî ya navdewletî “CATAC” di Foruma Ramanwer û Nivîskarên Navdewletî ya ji bo Aştiyê 2024 de wergirt, ku li bajarê Kalkuta yê Hindistanê hat lidarxistin.
Arjen Arî di 12emin salvegera wefata xwe de li Amedê ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn.
Yek ji nûnerên girîng ên wêjeya kurdî ya nûjen helbestvan Arjen Arî li Amedê bi çalakiya ku Weşanên Sor û malbata wî li dar xist de, hat bibîranîn.
Yara Hesko ya ji bajarê Efrîna dagirkirî ye, yekemîn pêşangeha xwe ya her tabloyek hest û çîrokeke veşartî ya jinekê vedibêje li Amûdê vekir. Yara Hesko bi wêneyên xwe cih dide jiyana jinan a bandora dagirkerî, şer û êriş lê heye.
Her tişt
Û li wir
Her tişt te tîne bîra min
Keviyê golê….kelegermiya nîcirvana…. Û torên wan yê riziyayî
Siqêfên şivanan û deqên gulover yên li ser ba
Kilê Kewa te tîne bîra min
Fediya kewsiyên biçûk
Û te tîne bîra min Dobelanê şevê .. yên bi xwîn
Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) di bin diruşmeya “Bi sirûdên xakê û bi fermanên şehîdan ber bi şahiyê ve em erka xwe ya çandî didomînin” roja 8.11.2024an dehemîn Festîvala Çand û Hunerê li dar xist.li Navenda HRRK li bajarê Qamişlo.
Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Weqfa Mezopotamyayê û şaredariya bajarê mezin yê Amedê, di roja şembê 2 mijdarê 2024 ji bo 40emîn salvegera oxirkirna Helbestvanê mezin yê Kurd Cegerxwîn li Navenda Çand û Kongreyê ya Amedê çalakiyeke bîranînê li dar xistin.
Bi serpereştiya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, û bi hevkarî li gel Komela Çandî ya Hêlîn, hola Komela Çand û
Gulistan Perwer li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah ya Hunerê wergirt, ku ew xelat bi destê Sînem Xan Bedirxan pêşkêşî wê hat kirin.
Pirtûka Miradê Kinê Jiyan, Huner û Stranên Wî ji weşanên weşanxaneya Nûbiharê çap û belav bû ev berhem Ji du beşên sereke pêk tê. Beşê yekem lêkolîn e li ser jiyana Miradê Kinê û stranên wî, û beşê duyem jî nivîsandin û şiroveya 116 stranên wî ye.
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê "Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî" ya sala 2024an roja şemîyê, 14ê Îlona 2024an dîyarî nivîskar, werger û lêkolînerê kurd yê qedirbilind Perwîz Cîhanî kir ji bo ked û xebatên wî yên demdirêj di warê çand û zimanê kurdî de û bi taybetî di warê wergera ji zimanê Farsî ber bi kurdî ve.