Share |

nûçe in "Huner"

Hunermendê bi nav û deng Kawa, Albomek nû bi navê rojava derxist, û bi şêwe û stayla xwe ya xweş bale dikşîne ser şoreşa ku îro li rojava destpêkirye, Stranên ku di albomê de hatine belav kirin jî evin.   1 Jinên Azad 2 Azad 3 Kurdin 4 Hunermend 5 Rojava 6 Gulên Berbiroj 7 Penaber 8 Çavşin 9 Sewda 10 Hewreman 11 Cigera mi

Roja yekşembê rêkeftî 8-9 li navenda Cegerxwîn li bajarê Amedê, bi beşdariya serokê şaredariya mezin a Diyarbekirê birêz Osman Baydemir û gelek sazî û dezgehên rewşenbîrî û hezkiryên helbestvanê kurd Ehmed Huseynî, Komeleya Nivîskarên Kurd ku wek yekem çalakîiya xwe di bin rêveberiya xwe ya nû de, xelata rûmetê pêşkêşî helbestvan navdar Ehmed Huseynî kir.

Stranbêja dengxweş Rojda, bi awaz û repertuara xwe ya fireh demeke xweş bi kurd, tirk, elewî, ermenên Avurtaryayê da borandin û pira çandî di navbera Amed-Viyanayê de pêk anî....

  “Dilop” navê berhema nû ya hunermenda ji Bakurê Kurdistanê Yekbûn e, ku dema 4 salan li Almanyayê kar li ser kiriye. Derbarê berhema xwe ya nû de, Yekbûnê ji Rûdawê re got: “Ev berhem, ku ji amadekirin û derhênana min e, ji 15 stranan pêk tê û 5 stran jazz in, herwiha sê stranên Miradê Kinê û govendê tê de hene.”

   Nûtirîn elbûma muzîkzanê Kurd Heyhan Kelhûr, li gel muzîkzanê Turk Erdal Erzincan ji aliy kompaniya ACM ve hate belav kirin. Em berheme be şêwey rastewxo le konsêrtî em dû muzîkjene le şarî Borsay turkya tomarkrawe, le dahatûyekî nzîkda le layen kompanyay muzîkî "E. C . M" bllawdekrêtewe.

  Di van demên nêzîk de, nûtirîn elbûma hunermendê naskirî Behcet Yehya bi navê ``Evînistan`` belav dik, kû ji neh goraniyan pêk tê. Di vê berhemî de, Dilêr Hesen, Goran Kamil, Aram Serdar, Xemgîn Ferec û Bextiyar Hemekerîm karên muzîkî têde kirine, wekî din muzîka goraniya bi navê ``Wam Ezan`` ji aliyê Behcet Yehya ve hatiye amade kirin.

Hunerendê naskirî û deng xweş Beşîr Kaya ji egerê nexweşiya kezebê roja pênşembê 13-6-2013 li nexweşxana Dicle li Bajarê Amedê çû ser dilovaniya xwedê. Hunermend Beşîr Kaya di sala 1957an de li Diyarbekirê hatiye dinyayê, û ji temenek biçûk de sitran gotine, û ji ber ku stran bi zimanê Kurdî gotine di nava demek kurt de navdar dibe , ji ber di wê demê de demê strandina bi zimanê kurdî qedexe bû.

  Albûma 7'emîn a hunermendê navdar ê Kurd Hozan Diyar Dêrsîm derket.  Hozan Diyar ê ku li hemû beşên Kurdistanê bi mîlyonan guhdarên wî hene, piştî demeke dirêj albûma dihat payîn, derket.

Bi ahengeke taybet û bo ragihandina despêka pexşa telefizyona Rûdaw dê di 29 Gulanê vê heyvê dest bi weşana xwe bike.

Şaredariya Sûrê dê di navbera 25-27’ê nîsanê de li Amedê “Rojên Danasîna Dihokê” li dar bixe. Ji goga lingan heta pêşangehên wêneyan ji lîstikên şanoyê heta şevbuhêrka dengbêjan dê gelek çalakî bêne lidarxistin.

Hunermenda şêwekar Semer dirê'î ku Kurda rojavayê Kurdistanê ye ku niha li welatê Romanîya akinciye,

Cejna Newroz, sersala nû ya Gelê Kurde û roja ji dayikbûna Zerdeştê Peyxembere, roja wejîn û nûbûn û zîndîbûna xwezayê ye. Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî yek reng weke her sal pîwanên çanda xwe cîhbicîh dike û li tevahiya Bajar, Bajarok, Qeseb û Gundên û çiyayên Kurdistanê agirê azadî û wejînê hildike.

Bi piştgiriya serokê şaredarên Hannover yê berê, dostê gelê kurd Dr. Herbert Schmalstieg , wezîra edaletê û cihgira serokwezîrê Niedersachsen ya berê xanim Heidi Merk,

Wezareta perweydeya Hukûmeta Herêma Kurdistanê li belavokekî de, roja taybet bo xwekirina Cilên Kurdî li dibistanan diyar kir kû dikeve 10 heyva Adarê.

 

Hunermend û helbestvanê Kurd Nizar Yosif VideoClipa xwe ya nû bi navê „ Ka „ weşand.

    Hunermenda kurd Yekbûn bi albumeke nû ya balkê hate pêsiya hezkiriyên xwe. Derbarê armanca vê albumê de Yekbûn daxuyand, “Heya niha mixabin di muzîka kurdî de ji bo zarokan, zêde berhem nehatine çêkirin. Min xwest bi vê berhemê, vê valahiyê tije bikim.”

Roja Şemiyê, 12.01.2013ê, seet 21.00ê Ewropayê û 22.00ê Kurdistanê, Zindî, di Ronahî tv de... Helbestên xwe amade bikin, şîn û şadiyên xwe amade bikin, evînên xwe yên mezin û yên biçûk amade bikin, xewnên xwe û berbangên welatê xwe amade bikin.. Ewrên helbesta kurdî amade bikin da ku em bi hev re zeviyên peyvê av bidin û bi hev re jî xeyala Kurdiyê ji metirsiya sînoran rizgar bikin.

Berhemeke nû ya Şivan Perwer wekî cotalbûm bi awayekî hevkatî li Bakûr, Başûr û li Tirkiyeyê derket. Albûmên bi navê ‘Gazind’ û ‘Destana Rojava’ li bazara Başûr û Bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyeyê belav bû.

Lîstika şanoyê ya Teatra Avestayê ku Aydin Orak nivîsiye ya bi navê Daf, li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê turneyê pêktîne.  

  Termê hunermend Nazik Nêrweyî piştî rojekê di rûbarê Zêyê Mezin de hat dîtin. Piştî ku duh Nazik Nêrwehî di nameyekê de xatir ji malbatê xwest û xwe avêt rûbarê Zêyê Mezin, îro (15.12.2012) saet 10.45 termê wê hat dîtin. Duh hunermend Nazik bi rêya telephone nameyek ji hinek heval û xizmên xwe re şandibû.

    Lîstika kurdî ya Hamlet ya Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derhênerê Hunera Giştî ya Şanoya RAST a Hollandayê Celîl Toksoz derhêneriya wê dike, rekora temaşevanan şkand. Şaredar Baydemîr bal kişand ser greva birçîbûnê û axaftinek hestyar kir.  

      Hunermendê navûdengê Kurd û yê Rojavayê Kurdistanê, dahata 2 konserên xwe ku dê li bajarên Hewlêr û Duhokê saz bide bo penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêmê wê terxan bike.

  Bi helkefta salvegera 7mîn ya rewanpakiya şêx ; M ;Xezne , yaneya reşenbîrî di saziya zimanê kurdî de li Dêrika Hemko pêşangeha nîgarkêş Ebdila Xelîl li dar dixe , dilsoziya bi giyanê wî re pêşangeh di rojên 1-2-3-4 /6/2012 de berdewam dike .

Emelie Lundin dibêje: ”Ji bo stranên Ciwanê Haco hêja ye mirov xwe hînî zimanê kurdî bike.”     Erê ku Ciwanê Haco muzîkvanekî hêjaye û hunermendekî ji pileya cîhanî ye, mirov yekser tê digehê.