Share |

nûçe in "Huner"

 

Hunermend û helbestvanê Kurd Nizar Yosif VideoClipa xwe ya nû bi navê „ Ka „ weşand.

    Hunermenda kurd Yekbûn bi albumeke nû ya balkê hate pêsiya hezkiriyên xwe. Derbarê armanca vê albumê de Yekbûn daxuyand, “Heya niha mixabin di muzîka kurdî de ji bo zarokan, zêde berhem nehatine çêkirin. Min xwest bi vê berhemê, vê valahiyê tije bikim.”

Roja Şemiyê, 12.01.2013ê, seet 21.00ê Ewropayê û 22.00ê Kurdistanê, Zindî, di Ronahî tv de... Helbestên xwe amade bikin, şîn û şadiyên xwe amade bikin, evînên xwe yên mezin û yên biçûk amade bikin, xewnên xwe û berbangên welatê xwe amade bikin.. Ewrên helbesta kurdî amade bikin da ku em bi hev re zeviyên peyvê av bidin û bi hev re jî xeyala Kurdiyê ji metirsiya sînoran rizgar bikin.

Berhemeke nû ya Şivan Perwer wekî cotalbûm bi awayekî hevkatî li Bakûr, Başûr û li Tirkiyeyê derket. Albûmên bi navê ‘Gazind’ û ‘Destana Rojava’ li bazara Başûr û Bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyeyê belav bû.

Lîstika şanoyê ya Teatra Avestayê ku Aydin Orak nivîsiye ya bi navê Daf, li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê turneyê pêktîne.  

  Termê hunermend Nazik Nêrweyî piştî rojekê di rûbarê Zêyê Mezin de hat dîtin. Piştî ku duh Nazik Nêrwehî di nameyekê de xatir ji malbatê xwest û xwe avêt rûbarê Zêyê Mezin, îro (15.12.2012) saet 10.45 termê wê hat dîtin. Duh hunermend Nazik bi rêya telephone nameyek ji hinek heval û xizmên xwe re şandibû.

    Lîstika kurdî ya Hamlet ya Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derhênerê Hunera Giştî ya Şanoya RAST a Hollandayê Celîl Toksoz derhêneriya wê dike, rekora temaşevanan şkand. Şaredar Baydemîr bal kişand ser greva birçîbûnê û axaftinek hestyar kir.  

      Hunermendê navûdengê Kurd û yê Rojavayê Kurdistanê, dahata 2 konserên xwe ku dê li bajarên Hewlêr û Duhokê saz bide bo penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêmê wê terxan bike.

  Bi helkefta salvegera 7mîn ya rewanpakiya şêx ; M ;Xezne , yaneya reşenbîrî di saziya zimanê kurdî de li Dêrika Hemko pêşangeha nîgarkêş Ebdila Xelîl li dar dixe , dilsoziya bi giyanê wî re pêşangeh di rojên 1-2-3-4 /6/2012 de berdewam dike .

Emelie Lundin dibêje: ”Ji bo stranên Ciwanê Haco hêja ye mirov xwe hînî zimanê kurdî bike.”     Erê ku Ciwanê Haco muzîkvanekî hêjaye û hunermendekî ji pileya cîhanî ye, mirov yekser tê digehê.

  Retrospektîfek Bir Retrospektif 1946 - 2006 Hilbijartina Tenêtiyê Yalnızlığı Seçmek Galeriya Hunerê ya Amedê, Sumerpark - Amed Amed Sanat Galerisi, Sümerpark - Diyarbakır 7 Nîsan Nisan - 6 Gulan Mayıs 2012

  Hunermend Nazdar albûma xwe ya nû amade kiriye û niha amadekariya sazkirina konserekê li bajarê Silêmaniyê dike.