Share |

nûçe

Hunermendê navdarê Kurd Delîl dîlanar rêze konsert li  Herêma Kurdistanê (Silêmaniyê -Hewlêr- Dihok – Zaxo-Soran)saz kir, û bi beşdariya welatiyên her çar perçên Kurdistanê kpnsertên wî bi balkêşiyek mezin bi serketin.   Hunermend delîl dîlanar, xwediyê staylekê taybete bi xweve, ew hunermende bêhtir kar li ser sitranên folklorî dike û bi sitaylekê nû dibêje.

Hunermenda Kurd Rojîn elbûmeke xwe yê nû ji kompaniya xwe RBI bi navê "Rojîn 2018" derxist.   Her weha Rojîn gotibû ku elbûm ji 9` stiranan pêk tê û ku stiranên Kurdî û Turkî û Zazakî tê de hene ,dest nîşan jî kir ku ji ber ku dixwest ku stiranên wê ruhê wê nişan de xebat zêdetir bû û kar li ser elbûmê xwe dikir da ku serkeftî derkefe.  

Rojnamevanê navdar Xelef Zêbarî ku yek ji damêzrenerê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka bû li Washingtonê koça dawî kir. Zêbarî ku 20 salan di radyoyê de kar kir, di meha Gulana 2012’an de jiber nexweşîya pişikê û kêmahîya nefesê neçar me karê xwe berde. Dengê wî yê taybet gelek bandor li ser guhdaran dihêşt û ew dikşandin ber xwe.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) îro li bajarê Qamişlo xelata xwe ya yekem a îsal pêşkêşî doktorê Zanîngeha Şamê yê di hunerên ciwan de, Zuhêr Hesîb kir. HRRK bi dirûşma ‘Em hemû Efrînî ne' festîvala xwe ya 5emîn li Kobaniyê li dar dixe

Festîvala Şanoyê ya Amedê ku cara 6’an e wê çêbibe, lîstikên komên şanoyê yên ku wê ji Stenbol, Wan, Silêmanî, Kerkûk û Mehabadê werin, wê werin nişandan.

Roja şemê 5-5-2018, çalakiyên 5‘emîn Mihrîcana Çand, Huner û Wêjeya Kurdî ya Rojava dest pê kir.

  Sêyemîn festîvala monodrama li Hewlêrê birêve diçe û 8 grub ji bajarên cuda yên herêma Kurdistanê û Iraqê beşdarî festîvalê dibin.  

Li ser cihanê Federasyona rojnemeger û niviserên geştî (FİJET) xelatekê didin ku ev xelat weke “Oskara Geştiyarîyê” tê zanîn û weke “Sêva Zêrin” tê binav kirin.

  Kejal Îbrahîm ku nişteciha Silêmaniyê bû şeva borî 23.04.2018ê li nexwaşxaneyê koça dawî kir. Kejal Îbrahîm ku yek ji helbestvan û wergêra nasyar a herêma Kurdistanê bû, xwedî bi dehan berhemên helbestên kurdî, erebî û helbestên wê ji zimanên erebî, rûsî, îspanyayî û Îngîlîzî hatine wergerandin.  

     (Gelî mîr Axa û Paşano! Ez ji we dipirsim, kê ji we heta niho ji wetenê xwe re çi kiriye, da em bizaninhun hez wetenê xwe dikin, hezkirina weten ewe ku mirov nehêle dijminê mirov bikeve nîv wetenê mirov de. Hezkirina weten ewe ku mirov wetenê xwe yava bike, mekteba, medresa û xêrata çêke, hezkirina weten ewe ku mirov zaroyên wetenê xwe bide xwendin, bide e`limandin û sin`et û me`erîfeta..)  

Roja 5-4 -2018 . 21mîn xûla festîvala wêjeyî û hunerî ya Gelawêj li Silêmaniyê bi beşdariya hejmarek mêvanên biyanî û navxweyî dest pê kir.   îro Pênşemî 5ê Nîsana 2018ê di saet 10:00an de 21mîn festîvala wêneyê û hunerî ya Gelawêjê li hola Tewar a Silêmaniyê dest pê kir.  

  Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê şaxê Ewrupayê Agahî Em hemû Efrînî ne Di bin vî sernavî de HRRK ê şaxê Ewrupayê pêncemîn festîvala çand û hunerê ya Rojava li Elmanyayê lidardixîne Helbest - Çîrok - Şano

Pêşbirka Xelatên Helbestan a Arjen Arî ya 5emîn diyar bûn. Di Pêşbirka îsal de Emerîkê Sidîqayê bi berhema xwe ya bi navê “Nameya Şîn” hêjayî xelatê hat dîtin. Herwiha Yekîtiya Tebîbên Tirkiyeyê (TTB) jî layiqî xelata rûmetê hat dîtin.

li êvariya roja duşembê (26/3/2018) û bi amadebûna û piştgirî  li çalakiyên edebî ya Yekîtîya nivîsekarên kurd- (Dihok) bi hevkarî di gel:  

Bi helkeftina roja zimanê dayikê me (Birek ji nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevan) serdana mala mamoste Derwêşê Xalib kir. Û wek rêzgirtin ji kar û xebatên wî re di ber zimanê Kurdî de, me spasiyên xwe jêre pêşkêş kir..

Hunermendê kurd Hesen şerîf di nûtirîn berhemê xwe yê hunerî da behsa rûdanên 'Efrînê dike û stiranek bi navê “Ez zaroyek 'Efrînî me”, bo zarokên 'Efrînê gotiye û di vê stiranê da behsê derdeserî û êş û azarên zarokên 'Efrînê dike.

  Roja sêşembê (20.02.2018) li Egitim-Sena Amedê, saet di 15.00an de, bi minasebeta Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê panelek hat lidarxistin. Axaftvanên panelê Osman Ozçelîk, Qedrî Yildirim û Resul Geyîk bûn. Panel bi moderatoriya Fatma Budak Guler bi rê ve çû.

Yekêtiya Nivîskarên Kurd, yek ji destkeftên peymana aştiyê bû ya di navbera Kurdan û hikûmeta Îraqê ku weke Beyana 11 Adarê ya sala 1970ê tê naskirin.   Yêkêtiya Nivîskaran piştî şkestina şorşa Kurdan li sala 1975an dîsan berdewam bû, di nîva salên 80an de, YNK bi biryareka rejîma Bexda ya wî demî bo beşek ji Yekêtiya Nivîskarên Îraqê.

Dengbêj Mehmûd Kizil ku rih dabû gelek klaman di 79 saliya xwe de îro wefat kir.

  Yekîtîya Rewşenbîran li Kantona Efrînê pêşbirka Bîlal Yûsiv ya helbestê li dar xist. ​Dewreya duyê ya pêşbirkê, di bin dirûşmeya 'Ta Êşa Min Bibe Refek Kevok' pêk hat û tê de 32 helbestvanan hestên xwe bi her du zimanên Kurdî û Erebî honandin. Endamê komîteya amadekar Salah Yûsiv, li ser pêşbirkê wiha axifî:

Şêwekarên Rojavayê Kurdistanê serdana bajarê Reqayê kirin û pêşabgeheke hunerî bi navê “Hunera li dijî Şer” vekirin. Şêwekar dixwazin çarxeriya “Neîm” ya wek meydana kuştinê û firotana jinên Êzidî dihat nasîn, bi tabloyên xwe yên rengîn tariya DAIŞê li Reqayê rakirin û wê Reqayê kirin bajarê jiyanê.    

  Şanoya Bajêr a Amedê bermaneya lîstikên meha çile weşand. Bernameya saziyê di 5ê çile de bi pêşengeha wêneyan a Ercan Altuntaş ya bi navê "Sewta Li Gel Ba" dest pê bike.

  Roja Şemiyê 23 – 12 – 2017 û bi tevlîbûna 38 komên hunerê, çalakiyên yekemîn Mihrîcana Orkêş a Mûzîk û Sitranên Gelan, li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê bûn.   Di rê û resmên vekirina mehrîcanê de, hejmarek ji sitranan, dîlokên folklorî û çend helbest ji hêla tevlîbûyan ve hatin pêşkêşkirin.  

Şeva danasîna çanda Kurd, ku saziyên Kurdan ên li Federasyona Rûsyayê piştgirî dan, li Mala Gelan a li Moskowayê hate lidarxistin. Tevî nûnerên saziyên gelên cuda yên ser bi Mala Gelan a Moskowayê, nûnerên saziyên Kurdan ên li Ûkrayna, Kazakîstan, Kirgizîstan, Ermenîstan, Ozbekîstan û Rûsyayê tevlî şevê bûn.