Share |

nûçe

             5’emîn Festîvala Şanoya Amedê ya ji aliyê Şanoya Bajar ve tê lidarxistin û bi piştgiryeke  mezin didome. Di festîvala ku hunermendan bi îmkanên xwe pêk anîne de li ser dîka Şanoya Bajarê Amedê lîstika ku Behîc Cem Kolan nivîsiye û rêveberiya wê dike ““Hûn me diwestînin her bijî ji we re” hat pêşkêşkirin.

  Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) 4'emîn Festîvala Çand û Hhunerê ya Rojava îsal careke din li dar dixe. HRRK ya Ewropayê ev sala çaran e vê festîvalê li dar dixe lê îsal cudabûneke ew e ku dema ev festîvala li Ewropayê li dar dikeve, li rojavayê Kurdistanê jî HRRK bi heman şêweyî festîvalek din jî li dar dixe.

Komîta xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan, bi dilşadî we vedixwîne rêwresmên xelatkirina dosta gelê Kurd,  helbestvana Emazîx Melîke Mezzan. Rêwresmên Xelatkirinê, dê bi amadebûna Xanim M. Mezzan li edrêsa jêrîn pêkbên: Dem: RojaŞemiyê, 13. 05. 2017           Kat: 13,00 Cih: Münsterstr. 119

Bi helkefta roja zimanê Kurdî Dezgeha SEMA ya rewşenbîrî û hunerî we vedixwîne semînareke hevbeş li ser navê (ZIMANÊ KURDÎ DI RAGIHANDIN Û WÊJEYÊ DE) bi beşdariya: Nivîskar û rojnamevan Besam Mistefa li ser (ZIMANÊ KURDÎ DI WÊJEYÊ DE) Nivîskar û lêkolînvan Xalid Cemîl Mihemed li ser (ZIMANÊ KURDÎ DI RAGIHANDINÊ DE)

Hunermanda navdar a Kurd, Çopî Fetah albumeke nû bi navnîşana Binar belav kir û hezkiriyên xwe dilxweş kir.  Îro çarşemî 12ê Nîsana 2017ê, albuma nû ya stranbêja navdar a Kurd, Çopî Fetah ku ji 13 trakan pêk hatiye, tê belavkirin.

  Roja 27 adarê  li seranserî welatên cîhanê roja cîhanîya şanoyê tê saxkirin û çalakîyên taybet di wî warî da tên kirin.

Roja 23ê Adara sala 2002 an seydayê Tîrêj koça dawî li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê kir. Helbestvan resen Tîrêj Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye di sala 1923´an de li gundê Nicmok li ser riya Qamişlo û Amûdê hatiye dinê..

Dezgeha Sema ya çandî û hunerî pîrozbahiyên gerim pêşkêşî we dike bi helkefta cejna netwî ya gelê Kurd Newroz. Cejna buhar û aştiyê û azadiyê û biratiyê û tekoşînê.

Hunermendê navdar ê Kurd Hozan Dilgeş di temenê 65 salî de û ji ber nexweşiyê koça dawî kir. Hozan Dilgeş ku ev demek bû nexweşiya şekir girtibû û ji ber nexweşiyê her du lingên wî di ser çokê re hatibûn jêkirin, duh li Almanyayê koça xwe ya dawî kir.

Koma Ş.”Yekta Herekol” îro li Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê li Amûdê şanoyek bi navê”Kêlîkekê Were” da pêşandan.     Ev şano bi amadebûna xelkên deverê û hezkerên şanoyê bi rê ve çû. Naveroka şanoyê li ser kesekî bû ku hewl dida dengê nayê li jiyanê belav bike, anku dengê rastiyê lê mirovek dibû rikber jê re.

Îro roja Şemiyê 25.02.2016 mixabin di dema rûmala bûyerên şerê Mûsilê de, ji ber teqîna bombeyeke vedayî rojnamevana jêhatî ya Rûdawê Şîfa Gerdî şehîd bû û wênegirê wê Yûnis Mistefa jî birîndar bû.

Roja 21’ê Şubatê li seranser cîhanê wek ”Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî” tê pîroz kirin. Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî ji alîyê UNESCO ve di 17’ê Mijdar a 1999’an de hate ragihandin. Bi wê biryarê, armanca UNESCO balkişandina girîngîya pirçandî û pirzimanî li seranser cîhanê bû.

Kurdên ku li gelek welatên dinyayê belav bûne roja 17ê Berfanbarê wek ‘Roja Alaya Kurd’ pêşwazî dikin û bi taybet li Herêma Kurdistanê pîrozbahiyên fermî li dar dixin. Alaya Kurdan ku ji sala 2004an ve wek alaya fermî ya Herêma Kurdistanê li Parlamena Herêma Kurdistanê hatiye qebûlkirin, wek sembola bi milyonan kurdên ku li deverên din dijîn jî tê naskirin û pîrozkirin.

Bi mebesta avakirina pirên çandî bi rêya Helbestêdezgeha INNER CHILD PRESSbelavokek belav kir û têde daxwaz ji Helbestvanên rojavayê Kurdistanê dike ku helbestên xwe bişînin taku wek Antologiya Helbesta kurdî ya Rojavayê Kurdistanê di encam de belav bibe.   

    Berî 56 salan li Sînemaya Amûdê ya li bajarê Amûdê  şewat derket û 283 zarok têde mirin. Ji bo bîranîna van zarokan niha bi navê "Sînemaya 13" sînemayek nû hat vekirin.

 Li bajarê Amûdê Saziya Berzanî ya Çand û Hunerê smînerek bi helkefta derbasbûna 309 salan li ser koça mîrê helbesta kurdî Ehmedê Xanî li dar xistin.

   roja yekşemê 20-11-2016`an li bajarê Silêmaniyê paytexta rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê,

3'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve tê lidar xistin îsal jî li Wuppertalê li dar ket.

Piştî qetilkirina ronakbîrê Kurd Musa Anter di 20 Eylûlê 1992an de, li ser navê wî her sal xelatên rojnamegeriyê tên belavkirin. Encamên xelatên 24mîn, roja yekşembê 25 Eylûlê li hola cegerxwîn li bajarê Amedê di bernameyek taybet de hatin belavkirin. Gelek siyasetvan, rojnamevan, û herwiha nûnerên rêxistinên sivîl di bernamê de amade bûn.

  Roja 19 Eylûlê, 27 sal di ser  koça dawî ya hunermendê binav û deng Cemîl Hore re derbasbûn. Bi vê boneyê ahingek li Hewlêrê hat lidarxistin di bin çavdêriya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û bi serperiştiya Koma Aramnc Efrîn û sponseriya Nivîskarê Kurd Mihemed Hemo, Karsaz Hesen Şingalî û hejmarek kesayetiyên din.

Bi şahiyekê xebatê Yekmîn Orkestra ya Zarokên Rojava hate pêşkêşkirin. 

    Yekemîn konferansa danasîna helbestvanê navdar Hêmin Mukriyanî hat lidarxistin Yekemîn konferansa danasîna helbestvanê navdarê kurd Hêmin Mukriyanî li bajarê Mehabadê hat lidarxistin.  roja 22-9  li bajarê Mehabadê yê Kurdistana Rojhilat, konferansek li ser bîrmend û helbestvanê navdarê kurd Hêmin Mukriyanî ji aliyê şaredariya bajêr ve hat lidarxistin.

      Desteya Şûnwaran û Tûrîzmê ya Kantona Cizîrê derbarê dîroka Wargeha Orkêş ya dîrokî “Girê Mozan” belgefîlmek, amade kiriye.