Share |

Articles

Berhemeke nû ya Şivan Perwer wekî cotalbûm bi awayekî hevkatî li Bakûr, Başûr û li Tirkiyeyê derket. Albûmên bi navê ‘Gazind’ û ‘Destana Rojava’ li bazara Başûr û Bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyeyê belav bû.

9'emîn Festîvala Filman a li Dubey hatibû li darxistin di nava vê mehê de bi dawî hat. Fîlmê "Bêkes" ku li ser du zarokên kurd e ku ketine bin bandora fîlmê Supermen. Armanca zarokan ew e herin Amerîkayê, Supermenî bibînin û ji wî alîkariyê bixwazin. Xelata gel li   beşa Dubey Ekspo 2020  wergirt.

Ew ji malê derket. Ez qederekê li mal mam, min nizanîbû ez ê çi bikim. Dû re min xwe ji bavê xwe vedizî, ez jî bi dû wê ketim. Pir dûr çûbû, nedigihîştimê. Min li ber çem nêzîkî lê kir.

  Silav li te bin çiyayê rû spî Arjeno Evîndar û şêrgeleyo Îro jî: Jiyan çiyaye, hêvî çiyaye Hoo hevalo, helbestvano Eve peyên te ne dibiriqin mîna bişkurîna te Ya çi caran ji ser û çavên te bar ne kirin:

Pirtûka nû ya Hesen Huseyîn Denîz `SERPÊHATIYÊN PENABERTIYÊ` li ser jiyana Penaberên Kurd ên li Mexmûrê, ji derketina ji gund heta gihiştina Mexmûrê bi wêne û bi bîranînên gundiyan ji devê wana hatiye nivîsandin li Weşanxaneya Aramê derket.

Hevpeyvîn : Hozan Emîn Abdulkadir Musa di sala 1969 li bajarê Amûdê ( Rojavayî Kurdistanê ) ji dayik bû ye, û beşê Ziman û toreya Firensî li Zanîngeha Helebê xwendiye .

Lîstika şanoyê ya Teatra Avestayê ku Aydin Orak nivîsiye ya bi navê Daf, li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê turneyê pêktîne.  

  Termê hunermend Nazik Nêrweyî piştî rojekê di rûbarê Zêyê Mezin de hat dîtin. Piştî ku duh Nazik Nêrwehî di nameyekê de xatir ji malbatê xwest û xwe avêt rûbarê Zêyê Mezin, îro (15.12.2012) saet 10.45 termê wê hat dîtin. Duh hunermend Nazik bi rêya telephone nameyek ji hinek heval û xizmên xwe re şandibû.

Sêyemîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney a ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve tê lidarxistin, wê 19 Berfenbarê destpê bike. Festîval, ji ber çalakiyên greva birçîbûnê hatibû şûnde xistin. Şaredariya Êlihê ragihand ku îsal 3.Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney, di navbera 19 û 23ê Berfenbara 2012 an de wê were lidarxistin.

  Di rojên 5-6/12/2012ê de dîdara medyakarên ji Bașûr û Rojava bi beşdarbûna bêtir ji 200 medyakaran li jêr dirûșma “Ji bo karkirina li ser rola medya di projeya aștî û demokratiyê de li rojavayî Kurdiatanê” li bajarê Duhokê hate li dar xistin.

Hesekê - Dildar Aryen- Bi fikra "dîroka esasî dîroka folklorîk e, ya nivîsandî li gorî berjewendiyên desthilatdaran hatiye nivîsandin” derket rê û 40 salan de 3 hezar stran,

    Di êvareke şevbêrka helbestê de bo helbestvanên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Duhokê, çendîn helbest hatin xwendin.     Ev bizav doh yekşemê di çarçoveya çalakiyên werzê zivistanê de, yên Yekêtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê li hola heman saziyê hat pêşkêş kirin.  

Mirin, wexta ji bîra me diçe, bi hemd an jî bê hemd em gelek gunehan dikin. Heçê mirin di bîr û bala wî de be gunehan nake. Ji ber wê me gelek guneh di derbarê Arşevê Oskan de kirin. Hin kes du caran dimrin, cara pêşî wexta laş û giyan ji hev dixeyidin û cuda dibin û di dûv re giyanê azad li xwediyên xwe digere, û cara duduyan wexta xwediyê giyan tune bin.

Di roja 3 -12-2012an li Parlamenta Herêma Kurdistanê pirojeya yasaya Paytextkirina bajarê Silêmaniyê weke Paytexta Rewşenbîrî bi piraniya dengan biryar hat dayîn .

Hozan Emîn- Wêjeya kurdî helbestvan û nivîskarekî xwe yî din jî winda kir , piştî kêmî heyvekê bi ser koça helbestvan Arjen Arî , bi dilekî xemgîn rewşenbîr û wêjehezên Kurdî nûçeya oxirkirina

Ji sere kaniyê re     Koçberên evînê Li welatekî tazî Heyameke dûman girtî Bi sirûdên goristanan Di nav laşên bê deng re Hawara topên azadîxwaz Û kavilên kolanan de Bi lez û gez Gavên azadiyê

Malbat û dostên helbestvan û nivîskar Arşevê Oskan bi dilekî xemgîn nûçeya wefata wî radighînin. Arşevê ku di roja yekşemê 25.11.2012an de li Hamburg-Elmanya, piştî kêferatek dirêj bi nexweşiyêre, çûbû ser dilovaniya xwedê. Behiya nemirdê di rojên şemî û yekşemê, 01-02/12/2012an de li Bremen-Elmanya, katjimêr 12.00-22.00,  li ser navnîşana li jêr li dar keve:

  Helbestvan û nivîskar ê kurd Arşevê Oskan, di şeva(25.11.2012)  li bajarê Hamburgê yê Almanya , piştî demek dirêj ji nexweşyê cavê xwe li jiyanê girt û wefat kir . Arşev Oskan di sala 1967 an de ji dayik bibû,  li gundê Bîrkinêsê li bajarê Dirbêsiyê li rojavayê Kurdistanê .

   Biryar e di demên dahatû de piştî komkirina zanyariyên rast, fîlmekî sînemayî li ser jiyana xanima şoreşgêr û şehîd Leyla Qasim bê berhemanîn.

        Bi çavdêriya serokê hikumeta herêma Kurdistanê Yekîtiya nivîserên kurd, (Dîdara romana kurdî) li Duhokê 22 -24 /11/2012. -------------------------------------------------------------- Bernameya kar ya dîdarê:

     20. Mîhrîcana Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî, di 17 Mijdarê de li bajarê Almanyayê Bochumê hate li darxistin. Di mîhrîcana îsal de ew kesên ku di beşên cur be cur de heta niha xelat wergirtine tên eşkerekirin.  

  Çima Kovara “Dîwar”?    

  Hunermendê kurd Şivan Perwer, ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê di roja 66an de didomin, bi komeke rewşenbîr û hunermend re dest bi greva birçîbûnê kir. Perwer got ku "Min jî got ku AKP gavên pêşketinê davêje û li çepikan xist. Lê mixabin hêviyên me şikestin."

  AVESTA DI NAVBERA 17-25 MIJDAR 2012AN DE LI 31. FUARA KITÊBAN A NAVNETEWÎ A STEMBOLÊ LE BENDÎ WE YE! MÊVANÊ ÎSAL JAN DOST E! JAN DOST DU ROJAN KITÊBÊN XWE ÎMZE DIKE Û 25Ê MEHÊ BI NAVÊ “ZIMAN DÎROK Û NASNAME”KONFERANSEKÊ DIDE. SALON 2 NO 211 A Axaftin / Söyleşi:Ziman Dîrok û Nasname / Dil Tarih ve Kimlik Beşdar / Konuşmacı: Jan Dost