Dema min xwe amade dikir ko reşbelekekê di bîranîna sêyamîn ya Xwedê lê xweş be Rezoyê Osê de binivîsim, ez li hevpeyvînek e torevanî bi pênûsa helbestvan Konê Reş ko di malpera Welatê Me de hatibû weşandin rast hatim.
Min hevpeyvîn bi germî xwend. Mixabin xwendina wê hinekî ez dilsar kirim!!.
Gelo çima?
( ji bo bîranîna 34 saliya koçkirina Barzaniyê nemir )
Dilya barî ji wêneyê liser tavê
Rewşendar ê avahiya me
Ronî rijya ji Barzanî
Ji pencê te ferman rêz bûn
Çek parastî pencê çepê bi mêranî
Pişt spartî li geliyên kûr
Tîrin awirên ji gurika cengê
Dewlemendin bi ramanî
Helbestvanê nemir Arjen Arî yê ku beriya demekê koça xwe ya dawî kirbû. berhemek wî ya nû derket.
û ev tê wateya “wêjekar tu car namirin” dengê xwe gihand xwendekar û hezkerên xwe. ev Berhem ji aliyê Weşanxaneya Ronahî hatiye çapkirin.
Çend di ber çayxanê re burîba, herdu ketên pêlava wî di destê wî yê rastê de bûn û destê çepê rihên wî yên bi qirêj dixurandin û cigarek di nav lêvan de bû.
Dewleta Pakîstanê di sala 1952’yan de bi deklarasyonekê îlan kir ku zimanê Urdu di heman demê de zimanê fermî yê gelê Bangladeşê ye. Li ser vê yekê Tevgera Ziman a Bengalê li dijî
Bi piştgiriya serokê şaredarên Hannover yê berê, dostê gelê kurd Dr. Herbert Schmalstieg , wezîra edaletê û cihgira serokwezîrê Niedersachsen ya berê xanim Heidi Merk,
Wezareta perweydeya Hukûmeta Herêma Kurdistanê li belavokekî de, roja taybet bo xwekirina Cilên Kurdî li dibistanan diyar kir kû dikeve 10 heyva Adarê.
Serokê PEN’a Kurd Dr. Zerdeşt Haco û sekretera PEN’ê Dr. Bêrîvan Doskî, aşkera kirin ew dixwazin navenda xwe ji Almanyayê bînin Amedê. Li Amedê jî komek nivîskarên kurd lijneyek ava kiribûn û ji bo li Amedê PEN’ê ava bikin serî li PEN’a navneteweyî dabûn.
Filmê Mano Xelîl bi navê „Apê Îrbom“ bi elmanî „Der Imker“ roja 31.1.2013 li festîvala netewî a Swîsra ku ji roja 24.1 heta 31.1.2013 li bajarê Solothurna li dar ket hat laiyqî xelata yekem girt.
Nivîskarên kurd li Amedê ji bo bîranîna helbestvanê bi nav û deng Arjen Arî bernameyeke yadkirinê li dar xistin. Heval û hogirên Arî di evê bernameyê de, ew bi helbestan bi bîr anîn.
Şoreşa Sûriyê, bi serhildana zarokên Derayê, di bin banê peyvên romantîk de û li ber bayê bihara erebî destpêkir. Peyva azadiyê û peyva rûmetê di ezmanê Sûriyê de mîna du stêrkên geş
Hunermenda kurd Yekbûn bi albumeke nû ya balkê hate pêsiya hezkiriyên xwe. Derbarê armanca vê albumê de Yekbûn daxuyand, “Heya niha mixabin di muzîka kurdî de ji bo zarokan, zêde berhem nehatine çêkirin. Min xwest bi vê berhemê, vê valahiyê tije bikim.”
hûn
stêrkên şevistanên bêdeng
çirûskên heyva şevên sayî
şewqa çirayên odeya bêkesan
qêrîna gewriya çûkên biharê
meşaleya xewnên kesk û sor û zer
sîtavkên neynika dilê xeydok
xunava lêvên hingivî
hûn
hênikahiya bayê hestên xerîb
Di rojeke sar a zivistanê de;
Hatin qirkirin bi xayintî û zalimtî;
Sûcê wan Kurdbûn, şoreşgerbûn, jinbûn û mirovbûn;
Yên qirkirin, nîvê tarî yê dîrokê;
Lê belê Sakîne, Fîdan, Leyla sê stêrkên ji Rokê hatine qutkirin;
Li Elmanyayê, Kovareke nû, wêjeyî û mehane , bi hejmara xwe ya yekem, tev li kerwanê weşanên kurdî bû. Kovar wê li çaraliyên cîhanê û her devera xwendevanên kurdî lê hebin, bê belavkirin.
Li Hewlêra paytextê Kurdistanê hunermênden kurdên naskirî Şivan Perwer û Îbrahim Tatlises hatin ba hev.
Di hevdîtinê de Şivan Perwer got: Ez û kekê Îbrahim bangî hemû hûnêrmendên Tirkiye dikin, bila tevlî vê pêvajoyê bibin.
Roja Şemiyê, 12.01.2013ê, seet 21.00ê Ewropayê û 22.00ê Kurdistanê, Zindî, di Ronahî tv de...
Helbestên xwe amade bikin, şîn û şadiyên xwe amade bikin, evînên xwe yên mezin û yên biçûk amade bikin, xewnên xwe û berbangên welatê xwe amade bikin.. Ewrên helbesta kurdî amade bikin da ku em bi hev re zeviyên peyvê av bidin û bi hev re jî xeyala Kurdiyê ji metirsiya sînoran rizgar bikin.
Hozan Emîn
Zimanzan û Nivîskar Amed Tîgrîs di sala 1948an de li bajarê Licê (Amed) ji dayik bûye. Û li bajarê Erxaniyê dibistana mamostetiyê xwendiye, û li gundên Cinezûr û Şêxana Licê mamostetî kiriye.