Bi boneya cejna Newroza pîroz revenda Kurd li iyaleta Ohayo ya Emerîkî ahengek organîze kir û hejmarek kesayetî û malbatên kurd yên kudistana Îran û Êraq û Sûrya tevlî wê bûn.
Beşdarên evê ahengê di axaftinên xwede bal kişandin ser wateyên Newrozê wekû rojeka pîroz û sîmbola azadiya milletê kurd li her cih û deverkê.
Ev sibeh, ne ji rêzê ye.
Cav, ne evêndarên xewê ne.
Evînî ji gundê me dibare.
xewn û xeyalan, dîwaran wenda kirine.
Bajar, di evrazên tenahiyê de avabûne.
Keştî, ber bi peravên buhiştan ve diçin.
Pêjna te tê û tu ne xwiyayî !.
Bi beşdariya kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û bi hevkariya komîteya hevkariya Kurdistaniyan li bajarê Trondheim ê Norveçê şahiyeke Newrozê hat saz kirin.
Bi gumana min kurd xeleka herî lawaz in di şoreşa Sûriyê de, ji ber wê mafên wan di kongira Istanbolê de nehat çesipandin, belê hatin îhanet û piştguhkirin. Li beramberî wê kiryara kirêt, bila kurd şiyar û agahdar bin ku ji yekîtiya wan, ji yekkirina helwest û gotara wan tiştekî din tune ku mafên xwe bi destxînin.
Ji weşanên çapxana Hîro Dîwana yekem a helbestvan Taha Xelîl bi nave şûna wê derket.. bergê Dîwanê ya Hunermendê kurd Beşar îssa ye
Şûna wê bi alîkariya Sema kurd ya çand û huner çap bûye û ev pirtûk dikêve rêze zincîra 6an ji pirtûkê wê yê çapkirî .
Konserta hunermenda bi nav û deng Aslîka qadir li Hola nivîskaren kurd- Duhok , wê bê li darxistin bi hevkariya sendîka Hunermendên kurdistanê - liqê Duhok,û pişikdariya Gropa zêrîn ya Muzîkê, li êvareya 17/3/2012 seat 7:30
Hat belavkirin ku hunermendê Kurd ê binavûdeng Mihemed Elî Tico duhî çûye ser dilovaniya xwe.
Malpera Tirejafrin.com nûçeyek belav kir têde hatiye, “Duhî 2012/2/16 li Efrînê hunermendê mezin Mihemed Elî Tico ku jiya wî ji 82 salan zêdetir bibû li mala xwe bi sedema nexweşiyeke dil wefat kiriye”.
Veqfa Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney û Navenda Çanda Yuz Çîçek Açsin, di 3'ê Adardê de 2'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney pêk tîne. Bernameya mihrîcanê ya Îzmirê diyar bû.
Rezoyê Osê, nivîskar, helbestvan û rexnevanê kurd di roja 10.10 1950 de li gundê Dekşûrî qeza Qamişlo hatiye dinyayê û di roja 4.3.2010 de li bajarê Qamişlo çû ber dilovaniya Xwedê û li goristana gundê Dekşûrî hate veşartin.
Amed: Hunermenda navdar a operayê Mizgîn Tahir, ku bi deng û awaza xwe navdare, hewl dide bi awaza xwe ya zîz û hunera operayê çanda kurdan a dengbêjiyê ji nû ve zindî bike.
Mizgîn Tahir, niha li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn a Amedê dersa operayê dide xwendekaran û dixwaze çanda dengbêjiyê ji nû ve zindî bike.
bi cama evîna dilê şikestok bêçaretiya xwe li zendê salên poşman
dinivisînim
şopa tirsa demsalên hovane
di kefa destê xwe de
vedişêrim
pêşeroja min
di herika rûbarên giyan de
xeniqî
ji gewriya nûçeyên rojane
Her dema kû giyan û canê wî bihevre biketana heyecaneke bêsedemî, kûr û bê binî, û sawîr û xalên reş li pêş çavên wî bihatana zelal kirin!…. Hingî dizanîbû kû wê tofaneke mezin, lehîyeke giran li jiyana wî rabe, ne tenê ya rojane, lê belê ya pêşerojê jî, û wê xwe bi rengê bûyerekê bidê xuyanî kirin?!.
Di Bahol’a Çiya Mazî de çîrok hene îjar jî. Lehengęn çîrokęn Baholę rahiţtine bahol û tûrikęn xwe ku rewţa welatę wan, rewţa erd û axa wan û derûniya mirovęn li ser xaka wan tęde ye û bi rę ketine.
Semakurd(30/7/2006) (1)- Pirtûka yekem bi nave (li katê gerenaweta) bi zeravayê kurmancîya jêrîn (soranî) ? Dîwana helbestê ye yê Helbastvanê gênc Sefîn Hesen Yasîn ji paytexta kurdistana Iraqê ye ( hewlêr )
Ev dîwan ji 72 rupela pêk tê ji bergê biçûk e.
- çapxana koyil .