Share |

Articles

Bi pêşandana 26 strana ji hêla 7 komên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, roja 5`an a 2`emîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş bi dawî hat .

    Romana Meha Hesen a bi navê “Metroya Helebê” ku bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin, ji aliyê lêkoler û wergêrê Kurd Xalid Cemîl Mihemed ve bo Kurdî hat wergerandin.  

    DEREWEKE SPÎ   Bi dengê trênan, tême dagirtin. Bi bêdengiyeke ne li ber destan û rûyekî nayê jibîrkirin. Nizanim rêwî yên duh, ji kîjan rexî ve hatin.   Dengê xwe didim bûnewerine ji tozê û canewerên kedî. Xwe didim neynikan

Li bexçeyekî Qamişloyê pêşangeha xwendekaran Ji bo xwendekarên Fakuleteya Hunera Bedew a Zanîngeha Rojava pêşangehek hat vekirin. Pêşangeh bû neynûka behreyên xwendekaran.   Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi hevkariya Zanîngeha Rojava, bi armanca pêşandana hunera xwendekarên herêmê, pêşangah şêwekariyê li Bexçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo vekir.  

Hunermend Mîntaş di pêşangeha xwe de derbarê Ehmedê Xaniyî de ji disîplînên cuda yên wek peyker, wêne, dijîtal wê berheman nîşan bide. Pêşangeha Taylan Mîntaşî ya bi navê “Xanî” wê li Galeriya Hunerê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî li istanbolê wê vebe.

  Di merasimekê de li Almanyayê dı roja yekşembê 30-4-2023an de , Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, helbestvanê Kurd Hisên Hebeş xelat kir.

ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e, ji bo rengê canê min ne boztir an jî esmertir e, ji bo çevên min ne mezintir, an jî bêvila min ne biçûktir e, min bi xwe û xwedê re şerr kir min xwedê bêminnet kir min ji te hez kir ez bûm yekî kafìr... / min ji te hez kir mirina ku gav û seat di bîra min de bû,

Gelk cejinên Kurdên Êzidî hene her yek ji wan wata xwe ya tayîbet heye û hemû cijin grêdana xwe bi xwezayê re heye û cejna Çarşema Sor yek ji wan cejna ye û herî mezine. Êzidî li gorî salnameya Rûmiyê çarşema pêşiyê ya piştî 13ê Nîsanê wek cejna Çarşema Sor pîroz dikin.

  Him di van herdû beşan de him jî di helbest û pexşanên Reşîdê Kurd de, rewş, helwest, tevger û hizrîna wê serdemê, liv û tevgerên welatên serdest, êş û azarên Reşîdê Kurd kişandine hene.  

 Hunermend û stranbêja Kurd a ji Qirgizistanê Tara Mamedova strana xwe ya nû ya bi navê “Sipîndar” belav kir û dilê hezkirên xwe geş kir.   Gotinên strana “Spîndar” ji aliyê Tara Mamedova hatiye nivîsandin û herwiha  beste/muzika wê bi xwe çêkiriye.   Stran, roja 14 nîsanê li ser hemû platformên muzîk ê dîjîtalê hat belavkirin.

Nivîskarê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê Xemgîn ê Remo, li sala 1961 ê li gundê tehlika malbata Cemîl Paşa, ya bi ser Dirbêsiyê ve ji dayik bûye.

   Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê şevbihêrka helbestan hat birêvebiri û di şevbihêrkê de hejmarek helbestvan beşdar bûn. Li bajarê Qamişlo ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve şevbihêrka helbestan hat sazkirin. Helbestvanan helbestên xwe li pêş beşdaran xwendin. Ji bilî helbestvanan, hunermend jî bi mûzîk û stran beşdar bûn.

  Şanoya Bajêr a Amedê di bernameya xwe meha nîsanê li ser malperên xwe yên medyaya dîjîtal de belav kir. Di bernameya meha nîsanê de 3 lîstikên Şanoya Bajêr a Amedê, 4 lîstikên mêvan û Stend Up’a Erdal Kaya hene.   Bernameya meha Nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê bi vî awayî ye:   * 5’ê nîsanê, saet 21.00: Stend Up’a Erdal Kaya

  Li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê bi navê ‘Xemla Adarê’ pêşangeheke wêneyan hat vekirin.   Pêşangeha Xemla Adarê bi amadebûna bi dehan xwendekar û mamosteyan li hola Zanîngeha Rojava di hat vekirinPêşangeh û wê heta 16ʹê adarê dewam bike.  59 tabloyên ku 9 mamosteyên wênesaziyê yên zanîngehê xêz kirine, di pêşangehê de tên pêşandan.

  Nasnameya hunermend ya hunerî, beşek ji nasnameya çandî ya civaka ku ew beşek jê ye. Hunermendê bi bandor nîşanê girêdanê ye di navbera wan de, ji ber vê yekê, nasameya çandî bandora xwe li warên cihêreng ên jiyanê heye.

Hunermend û muzîkjenê navdar ê Kurd Ganî Mîrzo li Londonê piştî pêşandana belgefîlma xwe ya bi navê “Harmoniya Piştî Şer” konsertekê jî pêşkeş dike.  

wê 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê di meha Adarê de were  li darxistin    Dezgeha Meda bo Ragihandin û Rewşenbîrî û Hunerî ragihand, 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê, bi çavdêriya Serok Barzanî û alîkariya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan dê were sazkirin.  

Şahnameya Kurdan Civîna Nemiran berhemeke teqrîben ji şeş hezar beytan pêk hatiye. Berhem ji du cildan pêk tê ku şair navê berga ewil daniye Civîna Nemiran û ya duyem jî

dayê, rebenê diwarên avahiyan bi ser min de hilneweşiyan tofana muhendis û mutehidên diz sekbav, bêwijdan bêdilovan, bextreş harbûyî, çavbirçi û heramzade bi ser laş û giyanê min yê sefîl de hilweşiya kefenekî reş li cendekê min yê bêguneh û bêçare hate pêçandin darbestan şerm kirin

  Kovara fermî ya PENa Swêdî ( PEN/OPP) di hejmara xwe ya 16 şubatê 2023 de dosyak taybet li ser Lîtertûra Kurdî weşand. Kovar bi sê zimanan weşana xwe dike Ingilîzî, Swêdî û zimanê orîgînal yên ku tekst pê hatine nivîsîn û li zêdetirî 150 welatan tê xwendin. Dosya taybet ku li ser Lîteratûra Kurdî ye, wê wek xelekan çend hefteyan li dûhev bê weşandin.

Di roja duşembê berwarî 31/01/2023 li Hotêla Kapîtol - Hewlêr  hunermend Mehmûd Ezîz Şakirmezinê malbata Şakir,  rabû bi pêşkêşkirina bawernama rêzgirtinê,

Herî dawî, weșanxaneya tîr-verlag ya elmanî wergera Kurmancî ya dîwana„HELBESTÊN EVÎNÊ“ ya helbestkarê Elmanî Erich Fried, ji wergera nivîskar û wergêr Abdulkadir Musa û begr û rûpelsaziya șêwekar Katarzyna Sala, weșandin.

  Rojnamevan û helbestvan ê Kurd Mesûd Xelef li sala 1981 an li Rojavayê Kurdistanê li gundê Xezna ya bi ser bajarê Qamişlo ve ji dayîk bûye.

Bi boneya salvegera 14'emîn a koça dawî ya helbestvanê Kurd Yûsif Berazî (Bêbuhar), Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şevbuhêrkeke helbestan li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo bi beşdariya bi dehan rewşenbîr û şêniyên bajêr li dar xist.