Share |

Articles

  Zeynep Yaş, anî ziman ku yekemîn qeydên bazirganiyê yên li cîhanê di sala 1904'an de hatine tomarkirin, Zeynep Yaş destnîşan kir ku qeydên kurdî yên di sala 1902'an de hatine çêkirin ji bo dîroka muzîka kurdî gelekî girîng û bi qîmet in.

Newroz  We Pîroz be .Cejna netwî ya gelê Kurd Bi Hêviya Azadiyê  û Aştiyê û Yekîtiyê مبارك عليكم عيد نوروز العيد الوطني للشعب الكردي عيد نوروز مبارك  نتمنى ان يكون عيدأ للحرية والسلام والاتحاد   جەژنی نەورۆز موبارەک بيت  جەژنی نەتەوەیی گەلی کورد هیوادارین جەژنی ئازادی و ئاشتی و یەکگرتوویی بێت  

  Dilê Min Ne Dîne Li kolanên evîna te Welat bi welat Li gunehên te dipirse Bajar bi bajar Diçe serdana evîndarên te Gund bi gund Guleyên di sînga te de dijmêre Çiya bi çiya Li şewata zeviyên te digere Şikeft bi şikeft Textê bûkaniya te radixe

Rêyên xwe rondikên xwe deyne wir ser birînên xwînê De ka rûnê keça min Da ku hinekî ji te re behsa te bikim Rûne Helepçeya min a biçûk Netirse A li virê biçûkên te şal û şapikên xwe radixin Ha li wirê çûkên te di bayê de matmayî mane Para te ya mewîjan di qubalê de veşartiye

Şêwekara Kurd a Rojavayê Kurdistanê Rojîn Hac Husên îro li Hewlêrê tablyonê xwe di pêşangehekê de pêşan dan.  

9`emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan rojên 1 û 2'yê Adarê ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve û bi hevkariya Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê hat lidarxistin.   Îsal tevlêbûna jinên ciwan zêde bû. 21 Jinên ciwan bi 27 tabloyan beşdarî mîhrîcanê bûn.  

 Hunermendê şêwekarî yê Kurd Rehîmo pêşangehek ji bo karên xwe yên hunerî li Belçîkayê vekir û dengek mezin bi pêşengeha wî ket li nava welatê Belcîka yê .  

Bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo îmzekirina pirtûka bi navê "Nan û Xwê" li Tirbespiyê şahiyek li dar xist.   Şahî li bexçeyê Kongreya Star bi beşdariya nivîska  Siyamend Hisên Ibrahîm, endamên Yekîtiya Rewşenbîran û mamosteyan li dar ket.  

Ev dîwana zarokan (Qamişlo! Bo te Silav), dîwana min î çara ye ji zarokan re. Ji ber ku hunermendê dengxweş (Medenî Cemîl), helbesta (Qamişlo! Bo Te Silav), bi awaz û dengê xwe kiriye stran û kêfa cemawer jê re hatiye, min navê wê li dîwanê kiriye.

21 heyva Sibatê roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanî ye. Ev cejin pîroz be û dergihê roja azadiya hemû zimnên bindest be  ,bi taybet zimanê Kurdì. Xwîşk û birayên delal : Bi vê helkeftina pîroz bo we Buxteyek li ser dîroka Zimanê Kurdî.  

Stêr Dema ku şev tê Li ser pêlêkan radiwestim, guhdar dikim Stêr li bexçe kom dibin Ez li nav tariyê radiwestim Guhdar dikim, stêrek kete xwarê, bi deng! Pêxwas nede nav giyayî; Bexçeyê min mişte ji parçeyên şikestî   Piyade Ez neçar mam ku ji pergala rojê derbas bibim,

Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê ragihandibû ku ewê di 1’ê Nîsanê de dawî li weşana xwe bîne û rêvebirîya Radyoya Swêdê jibo kêmkirina mesrefan ew biryar daye.   Xebatkarê Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê Beşîr Kavak ji Dengê Amerîka re got ku ew bi biryara girtina redaksîyona Kurdî pir xemgîn in.    

Tevî ku rûbera Rojavayê Kurdistanê ji parçeyên din ên welêt biçûktir e û hejmara şêniyên wê kêmtir e jî tevger û bizaveke wêjeyî, çandî û rewşenbîriyê ya berbiçav lê geş bûye. Bi taybetî jî çalakiyên wêjeyî û çandî yên ku bi Bedirxaniyan re dest pê kir, ji salên 30î yên sedsala bîstî û vir ve berdewam dikin.

Li Hewlêrê 25. salvegera koça dawî ya hunermendê Rojhilatê Kurdistanê Mihemedê Mamlê hat kirin û tê de 4. Xelata Navenda Hunerî ya Mamlê ji Şivan Perwer re hat pêşkêşkirin.  

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê "Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî" ya sala 2023yan dîyarî zimannas û nivîskarê Kurd yê qedirbilind Deham Ebdilfetah kir.

Stran û hemû pêzanînên li ser zarbêj û dengbêjên jinên ku muzîka Kurdî li ser plak/qawan, bantê maqareyî û kasetan strane bi projeya

Roja Yekşemî rêkefta 7ê Çileya 2024an, rêûresma “Xelata Zara Bo Zimanê Kurdî” ji aliyê Saziya “KURDŞOP”ê ve bi beşdariya nivîskar,

Amûdê bajarê hêlîna dilan, bajarê bavê Mihemed, bajarê rewşenbîr û nivîskaran. Bajarekî xweşik û nazik ji bajarên Rojvayê kurdistanê ye.

      Bi helkeftina ku di roja 5.1.2024an de, 119 sal di ser rojbûna lehengê Kurd Apo Osman Sebrî re derbas dibe, bi min xweş e ku, ez wî bi van gotinan û vê helbesta ku seydayê Cegerxwîn di pesnê wî de gotiye, bibîr bînim.. Ew ne yê jibîrkirinê ye..  

Hunermendê navdar ê Ermen ê Amedî Ûdî Yervantê ku neçar mabû ji Amedê koç bike got, “Hûn dikarin mirovekî ji welatê wî derxin lê hûn nikarin wî welatî ji dilê wî mirovî derxin.”  

Di vê jiyanê de, mirov pêrgî gelek kesan dibe.. Hevaltî û dostaniyê bi hina re datîne..  Hezkirina hina ji wan dikeve dilê wî de û her ku dem bi pêş de dire, ew hezkirin mezin dibe.. (Mûsa Zaxuranî: 1955-2023), yek ji wan hogir û dostên min yên hezkirî bû..

Roja şemê 23-12-2023an Salvegera koça dawiyê ya hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Mihemed Elî Şakir di bin çavdêriya dezgeha Sema ya çandi û Hunerî li Hewlêrê li hola Sema ya Capîtol Hotêl bi rê ve çû.

Helbestvan û sîyastvan  ji Rojavayê Kurdistanê Mûsa Zaxuranî roja seşembê 19.12.2023an ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê di temenê 68 saliyê de koça dawiyê kir.

Pêşengeha Pirtûkan a Mezopotamyayê ku ji aliyê DTSO û Fûarvaniya Eylulê ve di roja şembê 16-12-2023 destpêkir û wê heta 24'ê kanûnê berdewam be .