Hunermendê Kurd Hesen Şerîf bi helkefta Cejna Newrozê berhemeke şad a nû bi navê 'Her Wanê' belav kir.
Ev berhema nû ji gotin û awazên Hesen Şerîf bi xwe ne û Rênas Mîran di awazdîna stranê de alîkariya Hesen Şerîf kiriye.
Di nav Bernameya meha Adarê ya Wêjegeh a Amedê de. di “Roja Nivîskar” de, di roja şemîyê 12-3-2022an , li Wêjegeh Kitapê, li Amedê . Şerefxan Cizîrî, behsa pirtûka xwe ya bi navê "Edebîyata Devkî û Şer" kir, her wekî di edebîyata gelek zimanan de jî wisa ye, di edebîyata devkî ya Kurdî de li ser mijara şer disekine.
Hunermendên kurd Rewşan û Tara Mamedova berhemekî hunerî yê nû afirandin û bi awayê klip jî belav kirin.
Herdu hunermendên kurd vê derbarê de ragehandin ku:
Pêşangeha karîkaturîstê Kurd ji rojavayê Kurdistanê Mihemed Seyda li Amedê derket pêş hunerhezan. Seyda li bajarê Amûdê hate dinê, lê ew 20 sal in ku li Swêdê dijî. Di berhemên xwe de girîngî dide mijarên wek mafê jinan, sansur, otosansur, azadîya ramanê, rexneya sîyasetê.
Bawer bike Yar
Îro çelê min e
Ku ez bê te mirî me. .
Rojê çel cara
Giyanê min
Berê xwe dide
Singa te. .?.
Bê te jiyan xave
Bê te ez tî me.
Birçî me.
Kani yê Evîn ê Zuhabûn
Meçiqîn.
Xwunavê hêvi ya ji pelê
Dara min
Berê xwe guherîn.
Ey bilbilê dilşadî, hela wer bike fîxan
Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e
Gorî te bikin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûre..
Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî
Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Bahoz Baran hem bi zimanzaniya xwe û hem jî bi çîroknûsiya xwe tê naskirin. Lê ji aliyê xwe yê zimanzaniyê zêdetir dixwaze bi çîrokên xwe derkeve pêş. Ji ber vê yekê ev demeke ku navber daye xebatên zimanzaniyê û hemû hêza xwe daye ser nivîsandina çîrokan.
Li bin çavdêriya Dezgeha Sema ya Çand û Hunera Kurdî şeva îmzakirina pirtûka li ser navçeya Aşîta ( lêkolîneke siyasî civakî û rewşenbîrî) ya nivîskar Elî şemdîn hate li darxistin li roja înê 11/2/2022 li Hotêla Capîtol-Hewlêr
Bi alîkarî û siponsoriya(KOMELEYA JANÊ XELEF A XÊRXWAZIYÊ LI INGILISTANÊ), Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK)ê dest bi lidarxistina (Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan) a sala 2022ê dike û mercên beşdariya pêşbirkê bo helbestvanên ciwan ên Kurd ên ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin, radigihîne:
Pêşbirk bi zimanê Kurdî ye.
Dezgeha sema û bi hevkariya dezgeha xêrxwazîya Barzanî ahenga imzakirina pirtûka ( yekîtiya Kurda) a nivîskar Mîral Zîlanî , li ser neqşe riya yekîtiya raman û armancên Kurdali hola Sema ya otêla Capîtol Hewlêr li êvara roja înê 19-11-2021 li darxist.
Mîral Mîrhac Zîlanî
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 5emîn Festîvala Osman Sebrî hat sazkirin. Her sal 4 rojan ev festîval birêve diçe, lê îsal tenê rojekê hat lidarxistin.
Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser 5emîn Festivala Osman Sebrî ya Wêjeyî birêve çû.
8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, dest bi karên xwe kir û biryar e 8 rojan berdewam be. Di festîvalê de, 94 fîlmên Kurdî, biyanî tên pêşandan, ji wan 49 fîlmên biyanî ji 30 welatên cuda ne û 45 fîlmên Kurdî ne.
Navenda Lêkolîn û Parastina Kevneşopiyan a Rojaveyê Kurdistan Pargîn bi klîbeke nû derxist. Di albûmê de stranên gelerî bi tarzeke gelêrî hatin gotin.
Mûzîkên albûmê ji aliye Mehmûd Berazî ve hat çêkirin. Amadekirina wan stranan jî ji aliyê Îbrahîm Feqe û Şêro Hindê hat kirin. Bi parkevekirina albûmê re bi hezar caran hat temaşekirin
Berhema hevpêşeyê me Dr. Rojnamevan û lêkolîner Ebdilmecîd Şêxo ya bi sernavê
( Were ) derçû, û wek mêvanekî delal, xwîn sivik hate li deriyê mala me da.
Emê li dora gerdûnê bifirin
giyanên xwe weşan bikin
mîna nameyên evîndarên windayî
hêviyên xwe bi rêyên peyvan weşan bikin
volkan êrîşî me dike
ji ber çi mirov evîndarê xemgîniya xwe ye
ey firindeya min
qêrîna min dubare bike
ji germbûna sîngê te
Hunermendê Kurd Selah Resûl roja 27-10-2021an, li nexweşxaneyeke bajarê Essen a Almanyayê, di temenê 69 saliyê de koça dawiyê kir.
Selah Resûl yek ji hunermendên navdar ên Rojavayê Kurdistanê ye û ji salên heftêyî yên sedsala borî ve dest bi karê hunerê kiribû û wek hunermendê şahiyan yê herî navdar dihat hejmartin.
Di çerçeva çalakiyên weşanxana Avesta gotûbêjek li jêr navnîşana “Deqên çîrokê” ya nivîskara Lorîn S. Doğan bi Moderator lekolînvan Zeynep Yaş hat li darxistin ,
Navenda rewşenbîrî ya Mem û Zîn bi alîkariya rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û hunerî li Hewlêrê li salona rewşenbîrî û bi amadebûna hin nivîskar û rewşenbîrên kurd ve duyem festîvala wêje birêve bir û xelata sala 2021ê ya festîvalê jî ji nivîskar û roman nivîs Jan Dost re hate dayîn.
Rewşenbîrê Kurd yê navdar Cegerxwîn di salvegera koça wî ya 37an de li Qamişlo hate bibîranîn.
Roja 22-cotmehêli bajarê Qamişlo hejmarek ji nivîskar û helbestvanên Kurd bi bûneya salvegera Koça dawî ya seyîdayê Cegerxwîn Serdana gora wî kirin.